Parlamenterê CHPyê Bîrcan jiyana xwe ji dest da

Parlamenterê Edirneyê yê CHPyê Erdîn Bîrcan di nexweşxaneya ku lê tedawî dibû da mir.

Parlamenterê CHPyê Bîrcan jiyana xwe ji dest da

Parlamenterê Edirneyê yê CHPyê Erdîn Bîrcan di nexweşxaneya ku lê tedawî dibû wefat kir.

Erdîn Bîrcanê (59) ku ji bo xebatên partiyê çûbû Îdirê û li wir di 30yê Tîrmehê da xwîn pekiyabû li ser mêjiyê wî û nexweş ketibû ji wê rojê vir va li Enqereyê tedawî dibû.

Bîrcan îro serê sibê di nexweşxaneya ku lê tedawî dibû da wefat kir.

Eren Bîrcanê kurê Bîrcan li ser medyaya civakî peyamek weşand û got di vê têkoşîna 4 mehane dewam dikir da bavê wî têk çû û wefat kir.

Bîrcan got bavê wî li Edirneyê wê bê definkirin.

Erdîn Bîrcan di sala 1959an da li Haskoya li ser navçeya Enezê ya Edirneyê hatibû dinyayê.

Bîrcan dema di Lîseya Haskoyê ya Stenbolê xwendekar bû beşdarî tevgerên ciwanan bû.

Bîrcan di qada taybet da rêvebirî kir, di saziyên civakî yên sivîl da di wezîfeyên cuda da xebitî.

Di heyamên 25 û 26emîn a TBMMyê da Bîrcan bû parlamenter. Herî dawîn di hilbijartinên 24ê Hezîranê da jî wek parlamenterê Edirneyê yê CHPyê hat hilbijartin.

Bîrcan zewicî bû û bavê du zarokan bû.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Mijdar 2018, 12:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE