Parlamenteriya Enîs Berberoglu, Leyla Guven û Musa Farisogullari hatin betalkirin

Parlamenteriya Enîs Berberogluyê CHPyî û Leyla Guven û Musa Farisogullariyê HDPyî hatin betalkirin.

Parlamenteriya Enîs Berberoglu, Leyla Guven û Musa Farisogullari hatin betalkirin

Parlamenteriya Enîs BerberogluCHPyî û Leyla Guven û Musa FarisogullariHDPyî hatin betalkirin.

Parlamenteriya Enîs Berberogluyê Parlamenterê Stenbolê yê CHPyê, Leyla Guvena Parlamentera Hekariyê ya HDPyê û Musa Farisogullariyê Parlamenterê Diyarbekirê yê HDPyê hatin betalkirin.

Ji ber ku der barê Enîs Berberogluyê CHPyî û Leyla Guven û Musa Farisogullariyê HDPyî da biryarên dadgehê hene û ceza xwarine di Lijneya Giştî ya Meclisê da tezkereyên Serokomariyê yên der barê wan da hatin xwendin û pêşkêşkirin.

Li gor Destûra Bingehîn piştî xwendina tezkereyan parlamenteriya Enîs Berberogluyê CHPyî û Leyla Guven û Musa Farisogullariyê HDPyî hatin betalkirin.

Enîs Berberogluyê Parlamenterê Stenbolê yê CHPyê ji ber sûcê "bi mebesta sîxuriya eskerî û siyasî eşkerekirina agahiyên ku divê ji bona ewlehiya dewletê û menfeetên siyasî yên li derva û li navwelêt veşartî bimînin" 5 sal 10 meh cezayê hepsê xwaribû.

Musa Farisogullariyê Parlamenterê Diyarbekirê yê HDPyê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" 9 sal û Leyla Guvena Parlamentera Hekariyê ya HDPyê ji ber heman sûcî 6 sal û 3 meh cezayê hepsê xwaribû.

Daîreya Cezayê ya 16emîn ya Dadgeha Bilind cezayên parlamenterên navborî qebûl kiribû.

Bi van biryaran hejmara parlamenterên CHPyê ji 139an daket 138an û ya HDPyê jî ji 60an daket 58an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE