Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl êrîşa terorê şermezar kir

Li Wanê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl êrîşa PKKya rêxistina terorê ya li navçeya Ozalpê ya li ser wesayîta ku tê da peywirdarên Koma Piştgiriya Civakî ya Wefayê hebûn lenet kir.

Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl êrîşa terorê şermezar kir

Li Wanê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl êrîşa PKKya rêxistina terorê ya li navçeya Ozalpê ya li ser wesayîta ku tê da peywirdarên Koma Piştgiriya Civakî ya Wefayê hebûn lenet kir. 

Terorîstan bi çekên lûledirêj êrîş bir ser wesayîta ku tê da Koma Piştgiriya Civakî ya Wefayê hebû û alîkarî dibir Taxa Egrîbelena li ser navçeya Ozalpê ya kudi çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da hildan bin karantînayê û di êrîşê da 2 kes mirin û kesek jî birîndar bûn. Bertekên dijî vê êrîşa terorê dewam dikin.

- "Em êrîşê bi nefred lenet dikin"

Serokbajarê AK Partiyê Kayhan Turkmenoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku êrîşa menfûr a ku di meha remezanê da hat kirin gelê herêmê gelekî xemgîn kir.

Turkmenoglu got ku dê zihniyeta hewl dide ku civakî hilde bin şîdet û tehdeyê xweş nebînin û wiha axivî: 

"Gelê me yê herêmê êdî hemû rastiyan bi awayekî gelekî rehet dîtiye. Pê hesiyeya ku rêxistinên zen dikirin ku ji bo wan şer dikin rastiyê da plan dikin ku wan tune bikin. Dewleta me gelekî bi hêz e û hikûmeta me di têkoşîna dijî van rêxistinên îllegal da gelekî biryardar e. Xwedê rehma xwe li dilxwazê me yê şehîd ê ku tekane daxwaza wî birina alîkariyê bû û welatiyê me yê sivîl bike, ji bo birîndarê me jî şifaya xêrê dixwazim. Êrîşê bi nefred şermezar dikim."

Serokbajêrê MHPyê Salih Gungoralp jî êrîşa terorê lenet kir û got ku "Wiha xaînane qetilkirina birayên me yên xebatkarê şaredariyê nayê qebûlkirin. Êrîşeke wiha namerdane em gelekî xemgîn kirin. Ev perpitînên dawîn ên terorîstan e."

Serokbajêrê Partiya Saadetê Ozay Îlhan jî diyar kir ku êrîşa terorê ya ku di meha remezanê da qewimî bi nefred şermezar dikin.

Serokê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Wanê Mehmet Aslan jî ragihand ku di pêvajoya ku hemû dinya dijî şewbê têkoşîn dide da êrîşa terorê nayê qebûlkirin.

Aslan diyar lir bi awayekî namerdane êrîşî ekîba fedakar a ku hewcehiyên welatiyên hewcedar pêk dianî kirin û got ku "Ev êrîş nayê qebûlkirin. Em hemû ji ber vê suîqesda xaîn a di meheke wiha bixêr da gelekî xemgîn in. Em êrîşê bi nefred şermezar dikin."

Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Şehîdan û Gundparêzan Ayhan Kahraman jî got ku êrîş xaîn û namerdane ye.

Serokê Şûbeya Wanê ya Diyanet-Senê Nurullah Arvas jî got ku wek gel dê dijî êrîşên terorê yên bi vî awayî bêtir hev bigirin û wiha axivî: "Ev êrîş tu carî me bêzar nake. Em ê di nav yekîtî û bihevrabûnê da alîkariya malbatên xwe yên mihtac bidomînini."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE