Serokê Amerîkayê Donald Trump parvekirineke nû li ser parvekirinên xwe yên sosret ên der barê Tirkiyeyê de zêde kir û eşkere kir ku bacên gumrikê yên pola û alumînyûmê derxistin du qatî.
Trump ji ser hesabê xwe yê Twîtterê parvekirinek kir û got ku "Qîmeta lireya Tirkan a hember dolarê Amerîkayê bi lez dikeve" û eşkere kir tesdîq kir ku bacên gumrikê yên ser pola û alumînyûma ji Tirkiyeyê bikin du qatî."
Trump got "Di alumînyûmê de ev rêje dê ji sedî 20, di polayê de jî ji sedî 50 be. Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re vê heyamê baş nînin."
AA