"Paşeroja Türkiyeyê di teknolojî û înovasyonê da ye"

Serok Erdogan: "Paşeroja Türkiyeyê di teknolojî û înovasyonê da ye"

"Paşeroja Türkiyeyê di teknolojî û înovasyonê da ye"

Serok Recep Tayyîp Erdogan li İstanbulê di merasîma vekirinê ya 2. Etapa Teknoparkê de axivi.

Erdogan: "Paşeroja Türkiyeyê di teknolojî û înovasyonê da ye."

 "Me di 18 salan da bi welatê xwe digel berhemên mezin, zanist, teknolojî û berhemên bi vî rengî (Teknopark Îstanbul) ku wê piştgiriyê bide înovasyonê, da qezenckirin."

 "Teknopark Stenbol bi binesazî, atolye, laboratuvar û derfetên xwe yên civakî va bala şirketên biyanî jî dikşîne."

"Dema Teknopark Stenbol temam bû wê li ser cihekî girtî yê milyon û nîv mêtroqereyî bibe cihekî wisa ku mazuwaniya ji hezarî zêdetir şirketên Ar-Geyê dike."

 "Daxwazên ku ji bo Bernameya Lêkolînerên Pêşeng a Navneteweyî ku me par dest bi sepandina wê kir, hatin meriva hêvidar dikin."

 "Pêbaweriya aboriyê zêde dibe, ji aliyê hilberînê va rekoran dest pê kir."

"Lêkolînerên pilebilind ên ji zanîngehên herî baş ên dinyayê û yên ji navendên lêkolînê yên herî baş, ji bo domandina lêkolînên xwe êdî welatê xwe, Türkiyeyê hildibijêrin."

"Xeyala me ya herî mezin ew e ku em ji ewladên xwe ra Türkiyeyeke xurt a ku bikaribin vîzyonên 2053 û 207an bikin rewacê, bihêlin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE