Patrîkiya ermenan daxuyanî da

Maşalyan: Em ji bo siberoja Komara Tirkiyeyê dia dikin...

Patrîkiya ermenan daxuyanî da

ji bo operasyona kaniya aştiyê ji patrîkiya ermenên Tirkiyê jî piştgirî hat. serokê rûhanî yê patrîkiya ermenan Sahak Maşalyan got: em ji bo siberoja Komara Trkiyê û artêşa wê her tim dia dikin.

“Şer û aloziya li Rojhilata Navîn, li erdnigariya me û bi taybetî jî li Sûriyê me hemûyan xemgîn dike û ditirsîne. Mixabin pêkanîna aştiyê her tim bi riyên aştiyane nabin. Ji bo teror biqede û carek beriya carekê aramî û ewlehî pêk bê em dia dikin. Piştî îbadetên ku em li dêrên xwe dikin, em ji bo artêş û siberoja Komara Tirkiyê dia dikin. Em diayên xwe ji bo artêşa me wezîfeya xwe ya li Sûriyê ya Operasyona Kaniya Aştiyê bi aştiyane bike û leşkerên me bi serkeftî bibin û bi silametî vegerin welatê xwe em her tim diayên xwe dubare dikin. Gelên Sûriyê ku rastî hemû zextan tên, rastî teror û îşkenceyê tên, xweşî û silametî heq dikin.”

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE