"Pencik"a Artêşa Tirkiyeyê hêlînên terorê bela dike

"Pencik"a Artêşa Tirkiyeyê hêlînên terorê bela dike

Artêşa Tirkiyeyê bi operasyonên "Pencik"ê yên ku li bakurê Iraqê dike va derbeyeke giran li rêxistina terorê xist. Di 2019an da rêzeoperasyonên Pencikê li Xwakurkê dest pê kir, paşê li Sînat-Heftanîn, Metîna û Avaşîn-Basyanê dewam kir, herî dawî jî li Zapê tê kirin. Di çarçoveya van operasyonan da 1067 terorîst hatin berterefkirin.

Piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku "di têkoşîna terorê da konsepteke nû ya ewlehiyê dest pê kir" li bakurê Iraqê hêlînên terorê dorbidor bi operasyonan hatin belakirin.

Ji van operasyonên ku jê ra "rêzeoperasyon" tên gotin da operasyona ewil sê sal berê hat kirin. Li herêma Xwakurkê ji bo berterefkirina terorîstan û îmhekirina şikeft û sitargehan operasyonê di 27ê gulana 2019an da dest pê kir.

Di operasyonê da herêm pêşiyê ji hewa va hat bombekirin, paşê li herêmê komando hatin peyakirin.

Piştî ku hedef bi serkeftî hatin lêxistin û operasyon berfireh bû, di Pencik-2yê da sitargehên terorê hatin belakirin. Eskeran di Operasyona Pencik-1ê da 126, di Operasyona Pencik-2yê da jî 102 terorîst berteref kirin.

Piştî vê operasyonê Artêşa Tirkiyeyê li herêma Sînat-Heftanînê dijî hêlînên terorê operasyon da destpêkirin. 

Wezareta Parastina Neteweyî di 24ê tebaxa 2019an da daxuyanî da û ragigihand ku li herêma Sînat-Heftenînê Operasyona Pencik-3yê dest pê kir.

Di vê operasyonê da jî 102 terorîst hatin berterefkirin. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE