"Pergala Hikûmeta Serokkomariyê îstiqrara siyasî mihafeze dike''

Serok Erdogan: "Pergala Hikûmeta Serokkomariyê ya îstiqrara siyasî mihafeze dike, heger li gor wê tevbigerin di dîroka welatê me da cara ewil e ku cihêtiya hêzan tesîs dike."

"Pergala Hikûmeta Serokkomariyê îstiqrara siyasî mihafeze dike''

Serok Recep Tayyip Erdogan di Sempozyûma Navneteweyî ya Mehkemeya Îdarî ya Şêwrê de axivî...

Ji axaftina Erdogan:

Serok Erdogan di Sempozyûma Navneteweyî ya Mehkemeya Îdarî ya Şêwrê de axivî.

-Serok Erdogan: "(Pergala Hikûmeta Serokomariyê) Taybetiya herî girîng a pergala nû, di rêvebirinê da duserîtî bi dawî kir û îradeya ku li ser sandoqê tecellî dike, di rêvebiriya dewletê da jî tam tecellî dike."

-Serok Erdogan: "(Pergala Hikûmeta Serokomariyê) Ev guherîn bi îradeya azad ya gelê me çêbe û ev jî nîşan dide ku welatê me di rêwîtiya demokrasiyê da derbasî asteke nû bûye."

-Serok Erdogan: "Em îhaleya Bêndera Îzmirê dikin û îhaleya Bêndera Îzmirê 2 sal e li Şêwra Dewletê sekinî ye. 2 sal şûnda kesê ku wê vê derê bikire poşman dibe û milyarek dolar ji destê me badilhewa diçe. Vêga Şêwra Dewletê wê vê çawa îzah bike, kê wê hesabê milyarek dolarî bide?"

-Serok Erdogan: "Pergala Hikûmeta Serokkomariyê ya îstiqrara siyasî mihafeze dike, heger li gor wê tevbigerin di dîroka welatê me da cara ewil e ku cihêtiya hêzan tesîs dike."

-Erdogan: "Bi dengdayîna gel a 16ê nîsanê va digel serxwebûna darazê bêalîtiya wê jî ket çarçoveya destûra bingehîn û ev girîng û dîrokî ye."

 "Çawa serxwebûn û bêalîbûna darazê şertê sereke yê demokrasiyê ye, wisa jî jurîstokrasî gefeke mezin e."

 "Kesên ku dema biryar dane îdeolojiya xwe kirine ciyê aqil û wijdana xwe û kesên ku di ciyê serxwebûn û bêalîbûnê da fermanên serkirdeyê FETOyê bi cî anîne zirareke mezin dan Tirkiyeyê."

 "(Biryara Dadgeha Şêwrê ya bo 'sonda xwendekaran') Heta 2018an çima biryareke wiha nehat dayîn û niha tê dayîn? Niha hat bîra we?"

"Ji helwestên sazî, dezgeh û kesayetên din gelekî girîngtir e ku dezgehên darazê ji çarçoveya qanûnî ra sadiq bimînin û wisa hereket bikin. Di vê mijarê da îhmala herî piçûk an jî îxlal, wê him zedeyê bide pêbaweriya darazê ya  "Ez mereq dikim. Heq û wezîfeya di cî da ya îdareyê ye yan ya darazê ye? 16 sal in em têkoşîna vê didin û hê jî didin."

 "Em biryardar in ku çiqas xuyên kevnare yên qeydê li lingên Tirkiyeyê dixin hen hemûyan ji holê rakin. Em ê vê jî bi nêrîna hilweşandin, xirabkirin û reddêmîratê nekin, em ê bi nêrîna çavkaniya xwe ji kevneşepoyê hildide bikin."

"Em jê ra dibêjin Şêwra Dewletê û em Dadgeha Bilind a Şêwrê wekî organeke şêwrê dinirxînin. Nexwe Dadgeha Bilind a Şêwrê jî divê wekî organeke şêwrê peywira xwe bîne cih. Heger bêje 'Nexêr ez merciê biryarê me' nexwe çi karê me li vê derê heye?"

 "(Kuştina Kaşikçî) Kar hê xilas nebû, em vedikolin, derdixin û nika hat halekî wisa ku dinya vî karî teqîb dike. Avakirina atmosfera navneteweyî ya vî karî jî jixwe sernava vê pêvajoyê ye."

 "(Daxuyaniyên li ser Kaşikçi) Hinek ji vê jî aciz dibin, mixabin hin pirsên 'Hûn 3 rojan 5 rojan li ku bûn' tên pirsîn. Çima, tu berpirsyariyeke wan tuneye, rehet rehet dipirsin. Pêvajoyeke vî karî heye. Tu jê bipirsî ku Peymana Viyanayê çi ye, haya wî ji vê jî tuneye."

 "Heger beriya amadekirina biryarnameyên Serokomariyê, divê em rabin herin Dadgeha Bilind a Şêwrê û ji bo biryarnameya Serokomariyê em jê îzin û destûrê bixwazin, nexwe ez li vê meqamê nemînim, ez rabim herim. Ma tiştekî wiha dibe?"

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2018, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE