"Pergala ku qedera alema Îslamê li hêviya kêfa 5 dewletan dihêle dema xwe êdî temam kiriye"

Serok Erdogan: "Pergala ku qedera alema Îslamê ku 1,7 milyar e li hêviya kêfa 5 dewletên endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê dihêle dema xwe êdî temam kiriye."

"Pergala ku qedera alema Îslamê li hêviya kêfa 5 dewletan dihêle dema xwe êdî temam kiriye"

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Pergala ku qedera alema Îslamê ku 1,7 milyar e li hêviya kêfa 5 dewletên endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê dihêle dema xwe êdî temam kiriye."

Erdogan li Navenda Konferansê ya Kuala Lumpurê di vekirina Civîna Kuala Lumpurê da axivî.

Serok Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir pergala ku qedera alema Îslamê li hêviya kêfa 5 dewletan dihêle dema êdî xwe temam kiriye û wiha peyivî: "Di vê heyamê da derdorên ku ji bêdengiya alema Îslamê û ji perçebûn û ataleta Misilmanan îstifade dikirin ji ber tevgerên me zehf aciz bûn. Xwestin welatê me bi teror û xwepêşandanan teslîm hildin. Bi taşeronên FETOyê ku xwedî kirin xwestin em dev ji rêya xwe berdin. Bi kesên hatine kirêkirin ku di medyaya navneteweyî da hene buxtanan li welat û şexsê min kirin. Bi dehhezaran TIR û balafiran çekan dan terorîstan û xwestin bi korîdora terorê welatê me dorpêç bikin. Ji bona li derva û li hundir Tirkiyeyê bêdeng bikin tevî buxtan, derbe û terora aboriyê serî li her cure rê û rêbazan xistin. Hemd ji Xwedê ra me serî ji tu kesî ra dananiye û em danaynin. Ew çiqas dixwazin dengê me bibirin em behsa Filistîn, Xeze, Arakan, Libya, Somalî û Sûriyeyê dikin. Ew çiqas bi ser me da tên em bi dengekî hê bilindtir dibêjin 'dinya jin 5an mezintir e'. Ew çiqas dixwazin me perçe bikin em hê zêdetir xwedî li biratiya xwe derdikevin."

Erdogan diyar kir digel hewldanên ji bona meşrûkirina terorê li dijî hemû rêxistinên terorê şer dikin û got ku "Me çawa li Sûriyeyê derbe li hovên DEAŞê yên kujerên Misilmanan xist, li ciyên ku dagir kirine em terorîstên PKK/YPGyê yek bi yek ji wan deran derdixin."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 18:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE