"Perwerdeya rûbirû tê berfirehkirin"

Serok Erdogan: "Di çarçoveya mercên diyarkirî de em perwerdeya rûbirû li polên 2, 3, 4, 8 û 12an didin destpêkirin."

"Perwerdeya rûbirû tê berfirehkirin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin, daxuyanî dan.

Erdogan got, "Di çarçoveya piştevaniya normalîzebûnê de, weke piştevaniya prîmê 934 milyon lîre ji bo milyonek û 186 xebatkarên li 154 hezar kargehî hat dayîn. Heta nuha zêdetir ji 20 milyar lîreyî ji bo 3,5 milyon xebatkarên me yên ku ji dayena xebata kar sûd wergirtin, hat dayîn. Weke dayena bêkariyê ji bo nêzîka 847 hezar kesî nêzîka 4 milyar lîre piştevanî hat kirin. Koya dayena bêveger a di çarçoveya Mertalê Parastina Civakî de, ji bo xebatkar û kesên destteng gihişt 38 milyar lîreyî."

- "Perwerdeya rûbirû tê berfirehkirin"

Serok Erdogan got, "Li pêşiya perwerdeya rûbirû ya li Dibistanên Perwerdeya Taybet û dibistanên gundan ên ku Lijneyên Parastina Tendirustiyê yên Wîlayetan guncav dîtin, ti astengek nîn e. Di çarçoveya mercên diyarkirî de em perwerdeya rûbirû li polên 2, 3, 4, 8 û 12an didin destpêkirin. Weke asta berahî ji bo 500 hezar xwendekarî emê bêberamberî kompîtera tablet bidin. Hefteya bê em dest bi belavkirina wan dikin."

- "Piştevaniya Azerbaycanê erka hemî dewletên xwedî şeref e"

Serok Erdogan bal kişand ser Qerebaxa Çiyayî ya ku ji aliyê Ermenistanê ve hatiye dagîrkirin û got, "Piştevaniya Azerbaycanê ji bo rizgarkirina axa wê ya dagîrkirî erka hemî dewletên xwedî şeref e. Koma MÎNSKê ya ku di bin banê AGÎTê de ji aliyê Amerîka, Fransa û Rûsyayê ve hat pêkanîn, li cihê çareseriyê, çaresernebûniyê tîne."

- "Divê cîhan ji dewletên eşqiya û rêveberên wan ên eşqiya neyê rizgarkirin"

Erdogan got, "Heta cîhan ji dewletên eşqiya û rêveberên wan ên eşqiya neyê rizgarkirin, ne mumkin e mirovayetî bigihije aşitî û aramiya mayinde. Ew dewletên eşqiya weke Îsraîl, Qibrisa Beşa Rumî û Sûriyeyê zordestiyê li welatiyên xwe dikin û îstiqrara cîhanê têk didin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE