Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, 100emîn sala damezirandina Meclisê û 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan pîroz kir.
Serokomar Erdogan di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Ez bi hestên xwe yên herî jidil 100emîn salvegera damezirandina Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê û 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan a hemû zarokên Tirkiyeyê û yên dinyayê pîroz dikim."
Erdogan di parvekirina xwe ya ku tê da cih da vîdeoyeke ji wêneyên wî û zarokan da bangî zarokan kir.
Serokomar Erdogan piştî îfadeya, "Di jiyanê da ji bişirîna zarokekî mezintir şadî, ji dilê zarokekî firehtir unwan tuneye", wiha destnîşan kir:
"Ez 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan pîroz dikim ku zarokên me, temînat û hêviya siberoja me ne. Damezirînerê Komara me Xazî Mustafa Kemal Ataturk ku 23yê Nîsanê diyarî kir û hevalên wî yên çekê ez careke din bi rêzdarî bi bîr tînim. Hûn digel malbat, mamoste û hevalên xwe gelek cejnan bibînin."