Peyama salvegera wefata Atatürk

Serok Erdoğan peyamek weşand

Peyama salvegera wefata Atatürk

Serok Erdoğan, bi minasebeta salvegera wefata rêberê mezin mustafa kemal atatürk peyamek weşand.

Di peyamê de hat gotin; “Gazi Mustafa Kemal ji şerê Îstiklalê re rêberî kiriye ku bi fedakariya bêemsal a gelê me yê ezîz gihaşt serfiraziyê. Bi biryardarî û rêvebiriya xwe ya eskerî ya bêhempa nîşanî hemû dinyayê daye ku fermandar û serokekî gelek mezin e.”

Di peyamê de hat dûpatkirin ku; “Hemû xelk bi ked û xireta wî ji bo armanceke pîroz û hevpar dest dan hevdu.”

Hat ragihandin ku têkoşîna serxwebûnê bi damezrandina Komarê gihaştiye serî û biqîmet bûye.

Serok Erdoğan di peyama xwe de got: “Gazî; însanekî têkoşer û damezrîner bû. Divê em wan wesfên wî hînî zarok û ciwanên xwe jî bikin. Gazî ji bo komarê got berhema min a herî mezin e, ji bo mîrata wî heta ebediyetê li ser piyabe û xurt bibe çi bikeve ser milê me divê em tev bi hev re bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE