Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku şewba vîrusa koronayê (kovîd-19) berpirsyarî û girîngiya G20ê ya ku aboriyên herî mezin ên dinyayê tîne bal hev, zêdetir kir û wiha got: "Biryarên ku em ê di Lûtke Riyadê da hildin bi tenê ne ji bo kêmkirina tesîrên şewbê wê bi kêrî bendewariyên ku ji G20ê tên payîn jî bê."
Vîdeo peyama Serokomar Erdogan ji Lûtkeya Lîderan a G20ê ra şand, berî lûtkeya ku wê bi Serokatiya Heyama Erebîstana Siûdî bê kirin, ji ser hesabê "G20 Saudi Arabia"yê Twîtterê hat weşandin.
Erdogan bi silavê dest bi peyama xwe kir û got ku Lûtkeya Lîderan a G20ê îsal ji ber şewba Kovîd-19ê wê di meydana nîgaşî da bê kirin û wiha pê da çû: "Ev şewba di sedsala dawîn da wek qeyrana tenduristiyê ya gelekî mezin tê hesibandin ji aboriyê bigir heta perwerdehî û têkiliyên mirovahî li ser gelek tiştan xwedî bandor e. Ev şewb cudakariyê nake navbera nijad, bawerî, ol, herêm û rengan û careke din nîşan da ku em hemû endamên malbata mirovahiyê ya mezin in."
Serokomar di dawiya axaftina xwe da spas kir û got ku bila hemû bimînin di nav xêr û xweşiyê da.AA