"Peymana Bazirganiyê ya Teşkîlata Hevkariya Aboriyê zûtir bikeve rewacê wê kêrhatî be"

"Peymana Bazirganiyê ya Teşkîlata Hevkariya Aboriyê zûtir bikeve rewacê wê kêrhatî be"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got "Peymana Bazirganiyê ya Teşkîlata Hevkariya Aboriyê ya 17 sal e nakeve rewacê heke têkeve rewacê ew ê kêrhatî be."

Erdogan ji Kuliyeya Serokomariyê bi weşana zindî beşdarî Civîna Serokan ya 14emîn ya Teşkîlata Hevkariya Aboriyê bû.

Serok Erdogan di axaftina xwe da der barê Kovîd-19ê da got ku têkoşîna dijî felaketa kurewî bi tenê dikarin bi hevkariya hêzdar, herêmî û navneteweyî qezenc bikin û wiha pê da çû, "(Kovîd-19) Tevdîrên astengkirinê yên mecbûrî hatin hildan ji hêla zelalî, qirarî û berwextîbûnê va ji bo bazirganiya hevpar rast in."

Erdogan diyar kir Peymana Bazirganiyê ya Teşkîlata Hevkariya Aboriyê ya 17 sal e nakeve rewacê heke têkeve rewacê ew ê kêrhatî be.

Serok Erdogan got ez dixwazim bêjim ku Hewla Rê û Xetê ya Çînê girîng e û em di bingeha "qezenc bike qezenc bike"yê da piştgiriyê didinê.

Erdogan destnîşan kir bidawîkirina mueyîdeyên yekalî tînin serê Îranê ew ê tevkariyê bide refaha aboriyê û îstiqrara herêmê.

Serok Erdogan got ku piştî vî qasî em ê bibin alîkar ku li Qerebaxê ewlehî û îstiqrar çêbibe, em ê xerabkirina dagirkeriya 30 salî bi hev ra temîr bikin.

Erdogan diyar kir ji bo ku di fînansmana projeyên di Belgeya Vîzyonê ya 2025an da tên pêşbînikirin da bên emilandin piştgiriyê didinê ku Fona Vîzyonê bê avakirin.

Serok Erdogan got ku ez ji hemû endamên me ra dibêjim bila bi KKTCyê ra têkiliyên xwe di her qadê da xurt bikin û alîkar bin ku neheqiyên li hemberî wê hatiye kirin ji holê rabe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE