"Pireya 1915-Çanakkaleyê bi her taybetiyên xwe yên teknikî wateyên curbicur di xwe da dihewîne''

"Pireya 1915-Çanakkaleyê bi her taybetiyên xwe yên teknikî wateyên curbicur di xwe da dihewîne''

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Pireya 1915-Çanakkaleyê bi her taybetiyên xwe yên teknikî wateyên curbicur di xwe da dihewîne."

Erdogan di merasima vekirina Pireya 1915-Çanakkaleyê û Rêbeja Malkara-Çanakkaleyê da axivî.


Serokomar Erdogan destnîşan kir Pireya 1915-Çanakkaleyê bi her taybetiyên xwe yên teknikî wateyên curbicur di xwe da dihewîne.

Erdogan got ku pireya herî fireh ya dinyayê li Japonyayê bû, lê Tirkiyeyê di vî warî da Japonyayê li paş hişt û di rêza yekemîn da cî girt.


Serokomar Erdogan diyar kir bi vê veberhênanê qezenca Tirkiyeyê zêde ye û wiha got, "Bi vê veberhênanê tenê di warê zeman, xerckirina sotemeniyê û belavbûna karbonê da hûn dizanin wê salane qezenca welatê me çiqas be? 415 milyon ewro."


Erdogan got ku di performansa modêla hevkariya kamu û şexsan da em li Ewropayê di rêza sêyemîn û li dinyayê jî di rêza 13yan da cî digirin.


Serokomar Erdogan destnîşan kir li gorî hesaban ev proje di warê hilberînê da 5,3 milyar ewro, di warê îstixdamê da 118 hezar kes û di warê dahata neteweyî da jî wê 2,4 milyar ewro feyde bide aboriya Tirkiyeyê û wiha axivî, "Ev berhemên di heyama karsaziya bigarantî da jî ji kamuyê ra dibin çavkanî wê bi salên dûr û dirêj ji dewletê ra qezencê bi dest bixin."

Erdogan got ku li ser Pireya 1915-Çanakkaleyê me bihayê derbasbûna wesayîtan wek 200 lire diyar kiriye.


Serokomar Erdogan di axaftina xwe da daxuyand ku derbasbûna Pireya 1915-Çanakkaleyê wê hefteya ewil bêpere be.

Di merasima vekirina Pireya 1915-Çanakkaleyê  da Serokwezîrê Koreya Başûr Kîm Boo-Kyum, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û wezîr û rayedar amade bûn.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE