"Pireya Cevîzdereyê ew ê di nav 3-4 mehan da were xilaskirin"

Erdogan: "(Pireya Cevîzdereyê ya tep bibû) Hedefa me ew e ku bi Rêbejayê û Wezareta Binesazî û Gihandinê va vê pireyê di nav 3-4 mehan da xilas bikin"

"Pireya Cevîzdereyê ew ê di nav 3-4 mehan da were xilaskirin"

Erdogan: "(Pireya Cevîzdereyê ya tep bibû) Hedefa me ew e ku bi Rêbejayê û Wezareta Binesazî û Gihandinê va vê pireyê di nav 3-4 mehan da xilas bikin"

"(Lehiya li Orduyê) Bi îbret û dersa ku me ji vê derê hilda ji bo ku careke din li deverên din bûyerên wiha neqewimin bi xebatên hevkar ên Şaredariya Bajarê Mezin, şaredariyên navçeyê û Wezaretên me va li Behra Reş wê tewdîr bên hildan."

 "Hinek zirar gihîşt darên findiqan. Em xebatên tespîtkirina wan ziraran bi rêvebiriya Walîtiyê va dimeşînin. Di vê mijarê da bila tu kes aciz nebe. Di encama van tespîtên zirarê da ya ku hewce dike çi be dewleta Komara Tirkiyeyê ya xwedî dewlemendî û merîfetê ye wê bide."

 "Me tehdîd dikin. Hûn bi vî zimanê tehdîdê nikarin vî gelî bitirsînin. Em ji zimanê hiqûqê û ji heq fehm dikin."

 "Em heq, hiqûq çi be em ê wê bikin. Lê ji bo di meseleya tehdîdê da bila qusirê nenihêrin. 'Em vê an yê din nedin.' Bila ji te re bimîne, yên nik me besî me ne."

"Em li erdê bikevin jî bi îzna Xwedê dîsa em dikarin rabin ser xwe. Em duh jî rabûn, îro jî û sibê jî em dikarin dîsa rabin. Bila gelê me li ser piya bimîne bes e."

 "Ez ji vir dîsa bangî Amerîkayê dikim. Mixabin, mixabin. Hûn hevkarê xwe yê NATOyê yê stratejîk bi kesîşekî re diguherînin."

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Tebax 2018, 15:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE