"Pireya Komirxanê di asta xwe da projeya herî mezin ya 4emîn ya dinyayê ye"

 "(Pireya Komirxanê) Ev berhema ku ji sêwirandinê bigire heya çêkirinê bi her tiştên xwe ji sedî sed bi çavkaniyên neteweyî û xwemalî hatiye avakirin wê di warê endezyariyê da bibe nîşaneya qabiliyet û hêza welatê me."

"Pireya Komirxanê di asta xwe da projeya herî mezin ya 4emîn ya dinyayê ye"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Pireya Komirxanê di asta xwe da projeya herî mezin ya 4emîn ya dinyayê ye."

Erdogan ji Qesra Wehdedîn bi weşana zindî beşdarî Merasima Vekirinê ya Tunêl û Pireya Komirxanê bû.

Serokomar Erdogan destnîşan kir Pireya Komirxanê di asta xwe da projeya herî mezin ya 4emîn ya dinyayê ye û wiha axivî, "Ev berhema ku ji sêwirandinê bigire heya çêkirinê bi her tiştên xwe ji sedî sed bi çavkaniyên neteweyî û xwemalî hatiye avakirin wê di warê endezyariyê da bibe nîşaneya qabiliyet û hêza welatê me."

Erdogan diyar kir projeya Pireya Komirxanê ku berdêla wê ya çêkirinê 720 milyon lire ye ji xeynî ku Elazığ û Malatyayê digihîne hev di gihandina rojhilat û rojava û bakur û başûr da dereke zehf girîng e û wiha peyivî, "Me bi saya veberhênan û berhemên ku çêkirin Ferat kir sembola gihandin, kêfxweşî, mihebet û refahê û em ê hê jî bidomînin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir heta niha li Malatyayê bi 8,8 milyar lireyî û li Elazığê bi 6 milyar lireyî xizmeta gihandinê kirine ku ji rêya dabeşkirî bigire heya rêhesin û rehewayê rewşa herêmê di her warî da guherandine.

Erdogan diyar kir li welatê wan hişmendiyeke ku her gav qala rêgezan dike û nehilberandin ji xwe ra kiriye felsefe hê jî hebûna xwe didomîne û wiha pê da çû, "Ji vekirina Ayasofyayê bigire heta dijberiya sergirtinê di gelek waran da em nîşaneyên vê hişmendiya xebîs dibînin. Lê em guh nadin wan û dibêjin siyaseta xizmetê û siyaseta çêkirina berheman."

Serokomar Erdogan got ku di şert û mercên şewbê da ku hemû dinya daye ber xwe di sala 2020î da jî me dev ji siyaseta xizmetê berneda û wiha got, "Em dixwazin sala 2021ê di her warî da bikin sala pêşketinê. Ji bona vê jî em amadehiyên berfireh dikin."

Erdogan destnîşan kir di têkoşîna dijî şewba Kovîd-19ê da digel siheta gelê xwe ji bona parastina kar, debar û pêşeroja gelê xwe jî derfetên dewleta xwe seferber kirine û got ku di şert û mercên herî zehmet da jî em bi pey xizmet, çêkirina berheman û avakirinê ketin.

Serokomar Erdogan got bi emilandina aşiyên ku me ji dervayî welêt peyda kir bawer dikim ku di têkoşîna dijî şewbê da em ê asteke girîng derbas bikin û wiha dewam kir, "Înşellah herî dereng di meha Nîsanê da bi xebatên çêkirina aşiya xwe em ê aşiya xwe bînin ber asta emilandinê."

Erdogan destnîşan kir biryardar in ku îqlimeke wisa ava bikin ku bi hêsanî bigihêjin armancên xwe û wiha axivî, "Di heyameke ku pergala aborî û siyasî ya kurewî ji ciyê xwe diheje da divê em welatê xwe derxin asta ku heq dike û bi hev ra hê zêdetir bixebitin."

Serokomar Erdogan got me reformên ku hewcedariya welat û gelê me pê hebûn û wê kêmasî û hewcedariyên di pêşerojê da çareser bikin bi cî anîn.

Erdogan di berdewamiyê da got ku kesên nekarîn bi rêxistinên terorê li nav welêt û derva bi gef û zextan rê li ber pêşketina welatê me bigirin niha jî dixwazin bi kesên ku proje ne û bi rojevên din yekîtiya gelê me xera bikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE