Pîrozbahiyên salvegera 947emîn ya Serkeftina Milazgirê dest pê kirin

Waliyê Bedlîsê û Wekîlê Şaredar Îsmaîl Ustaoglu, "Em hemû welatiyên xwe vedixwînin meydana Milazgirê. Ev ji bona yekîtiya me zehf muhîm e"

Pîrozbahiyên salvegera 947emîn ya Serkeftina Milazgirê dest pê kirin

Li Exlata navçeya Bedlîsê pîrozbahiyên ji bona salvegera 947emîn ya Serkeftina Milazgirê bi merasimekê dest pê kir.

Bername li texma Çarhoyê li ser qadeke 400 donimî dest pê kir û Waliyê Bedlîsê û Wekîlê Şaredar Îsmaîl Ustaoglu li vir axivî.

Îsmaîl Ustaoglu destnîşan kir gel û dewletên mezin li çand û edetên xwe xwedî derdikevin û wiha got: "Em hemû welatiyên xwe vedixwînin meydana Milazgirê. Ev ji bona yekîtiya me zehf muhîm e."

Zekî Ergezenê Wezîrê Bayindirî û Îskanê yê berê ku tevlî merasimê bû diyar kir Tirk, Kurd, Ereb, Çerkez û hemû kesên li herêmê dijîn ewladên birûmet yên vî welatî ne û wiha got: "Dema em mil bidin hev em serî ji dagirkeran ra danaynin. Kurd û Tirk xizmên hev û goşt û neynûk in. Ziman û mezheba wan çi dibe bira bibe ya muhîm ew e feydeyê bide yekîtiya vî welatî ku ji bona me biqîmet e."

Qaymeqamê Exlatê Mustafa Akgul, Şaredarê Tetwanê Fettah Aksoy, Fermandarê Cendirmeyên Bajêr Serbaz Erhan Demir, Rektorê Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê Prof. Dr. Erdal Necîp Yardim, Serokê Bedlîsê yê AK Partiyê Nesrullah Tanglay, amirên saziyan û gelek welatî beşdarî merasimê bûn.

Dîroka nûkirinê: 23 Tebax 2018, 16:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE