Pirtûka "Têkoşîna Tirkiyeyê ya Dijî Terorîzmê"

Serokomar Erdogan pirtûka "Têkoşîna Tirkiyeyê ya Dijî Terorîzmê" pêşkêşî wan serokan kir ku di Zîrweya NATOyê da hatin cem hev

Pirtûka "Têkoşîna Tirkiyeyê ya Dijî Terorîzmê"

Serokomar Recep Tayyip Erdogan pirtûka "Têkoşîna Tirkiyeyê ya Dijî Terorîzmê" ku qala têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî rêxistinên terorê YPG/PKK, FETO û DEAŞê dike, pêşkêşî wan serokan kir ku di Zîrweya NATOyê da hatin cem hev.

Serokomar Erdogan ku ji bo beşdariya Zîrweya NATOyê çû Belçîkayê, di çarçoveya hevdîtinên zîrweyê da digel serokên dewlet û hikûmetan rûnişt.

Erdogan pirtûka "Têkoşîna Tirkiyeyê ya Dijî Terorîzmê" ku qala têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî rêxistinên terorê YPG/PKK, FETO û DEAŞê dike, pêşkêşî Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê kir ku li zîrweyê digel wan rûnişt.

Ji sê beşan pêk tê

Pirtûka "Têkoşîna Tirkiyeyê ya Dijî Terorîzmê" ku ji hêla Serokatiya Ragihandina Serokomariyê bi Îngilizî hat amadekirin, ji sê beşan pêk tê ku her yek jê YPG/PKK, FETO û DEAŞ e.

Di pirtûkê da behsa têkoşîna bibiryar a Tirkiyeyê tê kirin ku Tirkiye li dijî rêxistinên terorê YPG/PKK, FETO û DEAŞê dike.

Di pirtûkê da ew yek tê balkişandin ku bendewariya Tirkiyeyê ya ji mitefiqan ew e ku rêzê nîşanî mafên wê yên serweriyê û hesasiyetên wê yên ewlekariyê bide û her wiha YPG/PKK, FETO û DEAŞ di nav da di têkoşîna wê ya dijî rêxistinên terorê da bi awayekî şênber pişta wê bike.

Bi belgeyan va peywendiya YPG/PKKyê

Di beşa ku qala dîroka terora YPG/PKKyê tê kirin da behsa êrîşên vê rêxistinê yên li Tirkiye û Sûriyeyê tê kirin.

Di pirtûkê da bi belge û mînakên ji raporên navneteweyî va peywendiya YPG/PKKyê tê balkişandin û behsa piştgiriya ku Rojava dide YPG/PKKyê jî tê kirin.

FETO ji bo dinyayê tehdîd e

Di pirtûkê da ew yek tê diyarkirin ku FETO, rêxistineke terorê ya çiqas xeternak e û her wiha ji dozên dafikê heya sûîqesdan, ji guhdarîkirina dereqanûnî heya şantajê û gefxwarinê nimûneyên kiryarên wê tên rêzkirin.

Di pirtûkê da her wisa tevî hûrgiliyên wê behsa hewla derbeya 15ê Tîrmehê tê kirin û binê wê yekê tê xêzkirin ku li gorî hiqûqa navneteweyî, ji hêla Amerîkayê îadekirina serokê FETOyê Fetullah Gulen pêwîstiyek e.

Têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî DEAŞê

Di pirtûkê da ew yek tê diyarkirin, welatê ku herî zêde ji êrîşên rêxistina terorê DEAŞê zirara wê çêbû Tirkiye ye. Her wiha tê destnîşankirin ku bi têkoşîna çalak a Tirkiyeyê ya li welêt û dervayî welêt va pişt li vê rêxistinê hat şikandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE