''Piştî Akkuyuyê em ê ji bona santrala 2yemîn heta 3yemîn jî demildest dest bi amadehiyan bikin''

''Piştî Akkuyuyê em ê ji bona santrala 2yemîn heta 3yemîn jî demildest dest bi amadehiyan bikin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Piştî Santrala Akkuyuyê em ê ji bona santrala 2yemîn heta ji bona santrala 3yemîn ya nukleerê jî demildest dest bi amadehiyan bikin."

Erdogan di Merasima Vekirina Santralên Vejenê û Avahiya Xizmetê ya EPDKyê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir piştî Santrala Akkuyuyê wê ji bona santrala 2yemîn heta ji bona santrala 3yemîn ya nukleerê jî demildest dest bi amadehiyan bikin.

Erdogan diyar kir kesên ku di nava dilê wan da hesasiyeta serxwebûna aboriyê ya Tirkiyeyê û pêşketina refaha gelê Tirk hebe mimkûn nîne ku dijî vejena nukleerî derkeve.

Serok Erdogan destnîşan kir li 32 dewletên dinyayê 443 santralên nukleerî hê jî dixebitin got ku di rewşeke wiha da gotina ku dibêjin 'Bira vejena nukleerî ya Tirkiyeyê tunebe' bêbextî nebe jî xeflet e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE