Piştî civîna kabîneyê daxuyaniyên Serok Erdogan

Serok Erdogan ragihand ku xanî û dukanên ku piştî erdheja li Îzmîrê dest bi çêkirina wan kiribûn, dê 26ê mijdarê roja Îniyê teslîmî xwediyên wan bikin.

Piştî civîna kabîneyê daxuyaniyên Serok Erdogan

Serok Erdogan piştî civîna kabîneya ya ku ji 3 saetan zêdetir dewam kir daxuyanî da çapemeniyê

Erdogan ragihand ku xanî û dukanên ku piştî erdheja li Îzmîrê dest bi çêkirina wan kiribûn, dê 26ê mijdarê roja Îniyê teslîmî xwediyên wan bikin.

Ji daxuyaniya Serok Erdogan;

 "Emê erdhejzedeyên Îzmîrê bi maliyeteke weke ji bo xaniyên 2+1 bi 160-180 hezar lîreyî û ji bo xaniyên 3+1 bi 220-260 hezarî dikin xwedî xanî.

 "Li gorî kurê veberhênan, berhemanîn û îstixdam dê rasterast neguhere. Hêza reqabetê ya di kurê de, dibe sedema zêdebûuna veberhênan, berhemanîn û îstixdamê.

"Me çawa ev welatê xwe ji xefik û zehmetiyan derxistibe, bi alîkariya Xwedê û piştevaniya gelê me emê ji vê cenga aboriyê bi serfirazî derkevin."

"Em weke welatekî ku di rêveberiyên qeyranên fînansî de xwedî ezmûn in, em biryardar in vê serdema krîtîk a ku cîhan tê de ye bikin derfet."

 "Emê rê nedin wan firsetçiyên ku bi bahaneya bilindbûna kurê buhayan bi awayekî fahiş zêde dikin, emê li ser serê wan bin."

"Ewên kudixwazin bi kur, faîz û zêdebûna buhayan welatê me biavêjin pişta hevkêşê, em vê lîstoka wan dibînin, emê îraadeya xwe bi plana xwe bidomînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE