Serokê Komara Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Ewê ku dixwazin her cure rêbazên weke teror û darbeyê bikar bînin û hewl didin çogê li Türkiyeyê bitewînin, gelê me xwedî li îstiqlal û îstiqbala xwe derket û derseke dîrokî da wan."
Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin bangî gel kir.
Erdogan bi silavdana guhdaran dest bi axaftinê kir û wiha got, "Ewê ku dixwazin her cure rêbazên weke teror û darbeyê bikar bînin û hewl didin çogê li Türkiyeyê bitewînin, gelê me xwedî li îstiqlal û îstiqbala xwe derket û derseke dîrokî da wan.
Serokomar Erdogan got, "Ji Temûza 2015an heta îro hejmara şehîdên me yên operasyonên navxweyî û derveyî de, 401 esker, 443 cenderme, 29 polîs, 116 gundparêz bi giştî 1259 in. Li nav welêt 6 hezar, li derveyî welêt 6 hezar û 900 bi giştî 12 hezar û 900 terorîst hatin berterefkirin."
Erdogan wiha pê de çû:
"Li nav welêt 6 hezar, li derveyî welêt 6 hezar û 900 bi giştî 12 hezar û 900 terorîst hatin berterefkirin."AA