Piştî civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê Wezîr Koca daxuyanî da

Wezîr Koca bal kişand ser wê yekê ku ev 11 meh e cîhan li dijî cureya nû ya vîrusa koronayê têkoşanê dide û tekezî li wê yekê kir ku belavbûn û cansitendina şewbê di warê kurewî de berdewam e. 

Piştî civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê Wezîr Koca daxuyanî da

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca ragihand ku di civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê de di têkoşana dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de biryara pêşniyazkirinê hat sitendin ku tedbîrên berceste yên rêgirên belavbûna nexweşiyê bên cîbicîkirin.

Koca li Komelgeha Bîlkentê ya Wezaretê piştî civîna ku bi rêya vîdeo konferansê hat lidarxistin, daxuyanî dan.

Wezîr Koca bal kişand ser wê yekê ku ev 11 meh e cîhan li dijî cureya nû ya vîrusa koronayê têkoşanê dide û tekezî li wê yekê kir ku belavbûn û cansitendina şewbê di warê kurewî de berdewam e. 

Koca bal kişand ser wê yekê ku heta îro li seranserê cîhanê 55 milyon pêketin hatine tomarkirin û nêzîka milyonek û 400 kesî canê xwe ji dest daye.

Wezîr Koca wiha got, "Di mehên dawîn de bi seyreke weke ya ku li hemî cîhanê dibe, em dibin şahidê zêdebûna berbiçav a hejmara pêketin û mirinan."

- "Me nirxandineke berfireh kir"

Wezîr Koca tekezî li wê yekê kir ku li seranserê Tirkiyeyê di mehên dawîn de koronavîrus bi giştî zêde dibe û got, "Di serî de Stenbol li seranserê welatê me bi awayekî berbiçav zêde dibe. Li gelek wîlayetên me zêdebûn heye ev jî dibe sedema fişarê li ser saziyên me yên tendirustiyê. Em bi taybet li ser wîlayetên ku zêdebûna pêktinan li wan xurt e, sekinîn. Me di Lijneya Zanistê de nirxandineke berfireh kir."

Koca anî ziman ku bi hatine demsala zivistanê re mirov zêdetir di qadên girtî de dimînin û wiha got, "Faktore sereke ya zêdebûna pêketinê bûna mirovan e di li cihên giştî û qerebalix. Ji ber van sedeman biryara pêşniyazkirinê hat sitendin ku tedbîrên berceste yên rêgirên belavbûna nexweşiyê bên cîbicîkirin."

Wezîr Koca anî ziman ku di têkoşana dijî şewbê de tenê hewlên saziyên kamûyê têr nake û wiha got, "Pêdiviya me bi alîkarî û eqlêselîmê rêveberiyên xwecihî, saziyên civaka sivîl, medya, rîspî û yekayek welatiyan heye. Gereke em jibîr nekin ku koronavîrus ji tedbîrên ku em bistînin bihêztir nîn e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE