Piştî Civîna Vîdeokonferansê ya Sêalî ya Turkiye-Îran-Rusya daxuyaniya hevbeş

Serok Erdogan: "Ji bona li Suriyeya cînarê me hizûr, ewlehî û îstiqrar çêbe çi ji destê me were em ê bidomînin."

Piştî Civîna Vîdeokonferansê ya Sêalî ya Turkiye-Îran-Rusya daxuyaniya hevbeş

Piştî Civîna Vîdeokonferansê ya Sêalî ya Tirkiye-Federasyona Rusyayê-Îranê serokên dewletan daxuyaniya hevbeş weşandin.

Civîna Sêalî ya Tirkiye-Federasyona Rusyayê-Îranê ya Formata Astanayê Da ku Serokomar Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî bi vîdeokonferansê beşdar bûn.

Li gor daxuyaniyê di Civîna Sêalî da serokên dewletan rewşa heyî ya li qada Suriyeyê gotûbêj kirin û biryardariya xwe ya ji bona zêdekirina hevkariya sêalî dubare kirin.

Di Civîna Sêalî da serokan biryardariya xwe ya ji rojevên zirarê didin ewlehiya neteweyî ya dewletên cînar dûr bisekinin destnîşan kirin.

Di civînê da rewşa li Herêma Kêmkirina Aloziyê ya Îdlibê hat nirxandin û hat diyarkirin ji bona peymanên der barê Îdlibê da bi cî werin divê li qadê sikûnet çêbe.

Di civînê da hat teyîdkirin ku baweriya îxtilafa li Suriyeyê bi pêşengiya Suriyeyan bi pêvajoyeke siyasî ya ku Neteweyên Yekbûyî hêsaniyê peyda bike wê çareser bibe.

Hersê serokan destnîşan kirin ku ji bona penaber û kesên ji Suriyeyê ji cî û warên xwe bûne bi awayekî û dildar vegerin şert û merc bên hêsankirin û mafên wan bên parastin.

Di civînê da serokan niyeta xwe ya ji bona hevkariya di aboriya hevbeş da bê zeximkirin hevkariya sêalî ya di warên curbecur da teyîd kirin.

Di Civîna Sêalî da serokan li ser daxwaza Rûhaniyê Serokomarê Îranê biryar dan ku civîneke din di demeke kurt da li Îranê bê kirin.

Erdogan di beşa ji çapemeniyê ra vekirî da diyar kir civîna şeşan ya li ser Suriyeyê bi vîdeokonferansê çêdikin û got ku ji bona me li Suriyeyê yekîtiya siyasî, parastina yekbûna axê, li qadê tesîskirina sikûnetê û çareseriyeke mayînde ya bo îxtilafê beriya her tiştî tê.

Serok Erdogan destnîşan kir ji bona li Suriyeya cînarê me hizûr, ewlehî û îstiqrar çêbe çi ji destê wan were wê bidomînin.

Zîrweya Sêalî ya Tirkiye-Federasyona Rusyayê-Îranê ku di Formata Astanayê da bi beşdariya Serok Recep Tayyip Erdogan, Serokê Dewleta Ûris Vladimir Putîn û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ya bi şêweya vîdeokonferansê va bi dawî bû.

Zîrweya ku ji ber Kovîd-19ê bi şêweya vîdeo konferansê va hat lidarxistin, saet û nîvekî ajot.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE