Mkyk’a ya AK partiyê hebû, piştî civînê berdevkê ak partiyê Omer Çelîk derket ber kamerayan û daxuyanî da û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Di nav mijarên Omer Çelîk de ewil kuştina Midûrê ewlekariyê yê Rizeyê Altug Verdî hebû.
Çelik ji bo wî ji Xwedê rehmet xwest û got, piştî lêpirsînê wê hûrgiliyên bûyerê derkevin holê.
Her wiha Çelik got Serok Erdogan jî li malbata midûrê şehîd geriya ye û sersaxî ji wan re xwestiye.
Çelîk qala hevdîtina Serok Erdogan û Serokê MHP Devlet Bahçelî jî kir got ew bi awayekî pir zelal hevdîtinan pêk tînin.
Her wiha Çelîk got sibê(îro) jî wê Serok Erdogan û Bahçelî saet di 4’an de hevdîtinê pêk bînin.
Çelîk li ser kuştina rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi jî axîvî got divê teqez kiryarên bûyerê derkevin holê û heya dernekeve jî em dev ji vê meseleye bernadin.
Çelîk gotinên Serokê CHP Kemal kiliçdaroglu yên li ser mehaniya kêmtirîn jî rexne kir.AA