Piştî xebera şehîdên Îdlibê partiyên siyasî civiyan

Piştî êrîşa xayîn ya li Îdlibê li Ankarayê partiyên siyasî bi derasayî civiyan. Bahçelî, Kiliçdaroglu û Akşener li navenda partiyên xwe bi alîkarên xwe re hatin ba hev.

Piştî xebera şehîdên Îdlibê partiyên siyasî civiyan

Piştî êrîşa xayîn ya li Îdlibê li Ankarapartiyên siyasî bi derasayî civiyan. Bahçelî, Kiliçdaroglu û Akşener li navenda partiyên xwe bi alîkarên xwe re hatin ba hev.

Li Îdlibê li dijî leşkerên Turkiyeyê êrîşeke xayîn hat kirin.

Piştî êrîşê partiyên siyasî bi derasayî civiyan.

Heta serê sibê civînên partiyan dewam kir.

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçeli bi diwana partiyê re civiya.

Bahçeli bi alîkarên xwe re li ser rewşa dawî xeber da.

Piştî civînê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin em bi her awayî li cem hikûmetê ne.

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçeli: divê dijmin were bêtesîrkirin. lazim e di nav demeke kurt de ji erd û asîmanan operasyon bê lidarxistin. esed an wê poşman bibe û teslîm bibe, an jî ew, ligel çeteya xwe wê bê binaxkirin. rûsyayê dijminatiya xwe ya li dijî Turkiyeyê eşkere kir.”

Lijneya Rêvebiriya Navendî ya CHP’yê di bin serokatiya Kemal Kiliçdaroglu de civiya.

Piştî civînê hat gotin divê meclis civîneke weşartî li dar bixe.

Berdevkê CHPê Faik Oztrak: ”Artêşa Turkiyeyê artêşa meclisê ye. Bi dehan şehîdên me hene. Divê meclis li hemberî vê bêdeng nemîne. Ji bo vê jî CHP dibêje; lazim meclis civîneke girtî li dar bixe.”

Piştî vê daxuyaniyê Kiliçdaroglu telefonê Serokê Melisê Mustafa Şentop kir.

Seroka Giştî ya İYİ Partiyê Meral Akşenerê jî bernameya xwe betal kir û vegeriya Enqerê.

Bi alîkarên xwe re li ser rewşa dawî axivî.

İYİ Partiyê jî wek CHP’ê got divê li meclisê civîna girtî bê lidarxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE