Piştgirî û ziyaretên ji bo dayikên Diyarbekirê dewam dikin

Piştgirî û ziyaretên ji bo dayikên Diyarbekirê dewam dikin

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin. 

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 547emîn. 

Sevîm Karalogluya jina Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, Derya Erdema jina Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Tuxgeneral Mustafa Erdem û Sevîlay Yamana jina Midûrê Ewlehiya Bajêr çûn ziyareta dayikan.

Heyetê bi dê û bavan ra sohbet kir, gul û diyarî dan wan. 

Sevîm Karalogluyê daxuyand malbat ji bo zarokên xwe têkoşîneke birûmet didin ku ew jî piştgiriya wan dikin û wiha axivî: "Înşallah ev têkoşîna wan a birûmet, doza wan a mafdar, sekna wan a serbixwe ji bo dê û bavên din ên ku zarokên wan hatine revandin bû taqet û mînak. Înşallah ev têkoşîna wan a birûmet bi serokatiya Birêz Serokomarê me wê bibe wesîle ku teror xelas bibe."

Karalogluyê got zarokên ku destên wan qelemê digirin dibin çiyê û çek didin destên wan ku êş û xerabiyeke ji vê mezintir tune.

Seroka Komîteya Jinan a MUSÎADê Muge Oz û Hatîce Kinika jina Serokê Giştî yê Hîva Sor a Tirkan Kerem Kinik jî malbat ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE