Piştgiriya ji bo dayikên Diyarbekirê berdewam e

Serokê Bajêr ê Düzceyê yê AK Partiyê Mustafa Keskîn: "Qîrîna we ji çar aliyê dinyayê tê bihîstin"

Piştgiriya ji bo dayikên Diyarbekirê berdewam e

Piştgiriya ji bo dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 570yî da dewam dike.

Serokê Bajêr ê Düzceyê yê AK Partiyê Mustafa Keskîn û tevlî wî Seroka Meclisa Giştî ya Bajarê Duczeyê Çîgdem Gunal, Şaredarê Golyakayê Yakup Demircan, Şaredarê Çîlîmliyê Muhsîn Yavuz, Şaredarê bajaroka Bogazîçiyê Îbrahîm Ercan, Seroka Medya û Nasandina Serokatiya Bajêr ê Düzceyê ya AK Partiyê Mîne Met û endamên lijneya rêveberiya bajêr hatin serdana malbatên ku çalakiya rûniştinê didomînin.

Keskîn daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew hatine Enqereyê û ji wê derê jî silavên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji dayikan ra anîne.

Di berdewamiya axaftina xwe da Keskîn destnîşan kir ku hemû Tirkiye piştgiriya dayikên bo ewladên xwe di nobetê da ne dike û ew jî dixwazin gavek zû dayîk bigihîjin ewladên xwe û wiha domand: "Bawer bikin hemû kesên li Tirkiyeyê dengê we bihîstin. Qîrîna we ji çar aliyê dinyayê tê bihîstin. Hemû kesên ji welatê xwe û miletê xwe hez dikin li cem we ne. Em dixwazin li vî welatî di nav xweşiyê da bijîn. Em tu carî destûrê nadin kesên ku piştevaniya terorê dikin."

Malbatên ji bo ewladên xwe nobetê didomînin jî hêvîdar in û dixwazin ku bila ewladên wan ên hatine xapandin demildest ji rêxistinê veqetin û vegerin malên xwe.

Ji hêla din va pirtûka "Li Tirkiyeyê Siyaseta Sekuler" a ku Şaredarê Sûrê yê berê Cemal Toptanci nivîsî û diyarî dayikên Diyarbekirê kiribû jî li malbatên çalakî dikirin wek diyarî, hat belavkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE