Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Hemû serokên YEyê diçin bi Sîsî ra li heman ciyî disekinin, ev cotstandardî û durûtî ye."
Çavuşoglu li Enqereyê piştî Civîna Yekîtî û Hevkariyê ya Rêvebiriyên Navçeya Çankayayê ya AK Partî û MHPyê pirsên rojnamevanan bersivand.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu li ser pirsa der barê Civîna Yekîtiya Ereban û Yekîtiya Ewropayê (YE) ya bi mazûvaniya Evdilfetah es-Sîsiyê Serokomarê Misrê hat kirin da wiha got: "Hemû serokên YEyê diçin bi Sîsî ra li heman ciyî disekinin, ev cotstandardî û durûtî ye."AA