"Piştgiriya me ya ji bo hikûmeta Trablusê ya meşrû wê dewam bike"

Berdevk Kalin di serî da mijara Lîbyayê û Behra Spî der barê geşedanên herêmî û navneteweyî û gaven ku Tirkiye ji bo polîtîkaya derva davêje da pirsên AAyê bersivandin.

"Piştgiriya me ya ji bo hikûmeta Trablusê ya meşrû wê dewam bike"

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin daxuyand ewleyiya Turkiyeyê bi ewlehiya hemû cînarên xwe û bûyerên ku li Behra Spî diqewimin ra rasterast eleqedar e, ji ber vê armanca wan ew e ku ew li herêmê îstiqrarê pêk bînin û ewlehiya Turkiyeyê garantî bibe.

Berdevk Kalin di serî da mijara Lîbyayê û Behra Spî der barê geşedanên herêmî û navneteweyî û gaven ku Tirkiye ji bo polîtîkaya derva davêje da pirsên AAyê bersivandin.

Li ser pirsa "Turkiye bi çi armancê li Lîbyayê ye" Kalin got par di meha çileya pêşîn da di navbera Lîbya û Turkiyeyê da Peymana Ewlehiyê û Hevkariya Eskerî hat îmzekirin ku li gor vê peymanê wan piştgirî da hikûmeta meşrû ya Lîbyayê ya ku Neteweyên Yekbûyî (NY) jî nas dike.

Kalin got heke Serokomar Erdogan midaxele nekira pevçûnên li Lîbyayê wê zêdetir çêbibûna, gelek mirov wê bimirana û Libyayê perçe bûbûya.

Berdevk Kalin got ji ber tevgera êrîşkar a Hefter heqê hikûmeta Serrac heye ku ew xwe biparêze û di vê mijarê da hevkariya di navbera Lîbya û Turkiyeyê da jî dewam dike.

Kalin destnîşan kir ku ew her dem dibêjin çareserî ne bi eskerî, bi rêya siyasetê dibe lê Hefter ji peymana Abu Dabiyê ya ku di Nîsana 2019an da hatibû çêkirin vir va hemû peyman, agirbest û hevdîtinên aştiyê binpê kir û ji bo êrîşeke din amadehî kirin.

Kalin anî ziman ku di nav 6 mehan da ji ber ku Hefter dest da li ser neft û xaza siruştî ya Lîbyayê ji 5 milyar dolarî zêdetir zirara Lîbyayê çêbû, ji sala 2011an vir va jî zirara Lîbyayê tevahî 250 milyar dolarî derbas kir.

 "Ewlehiya Turkiyeyê tenê bi sînorên neteweyî va nayê parastin"

Berdevk Kalin got têgeha ewlehiyê di vê çaxê da kurewî bûye ji ber vê ewlehiya neteweyî bi tenê sînorên neteweyî va nikare bê parastin û wiha axivî: "Heke behsa ewlehiya Turkiyeyê bê kirin ev di heman demê da bi ewlehiya Iraqê, ewlehiya Îranê û ewlehiya hemû cînarên me ra eleqedar e. Bi bûyerên li Behra Spî diqewimin ra rasterast eleqedar e. Lîbya li Behra Spî cînarê me yê behrê ye. Em di nav erdnîgariyeke ku ji Balkanan bigire heta Asyaya Navîn, ji Rojhilata Navîn bigire heta Afrîkaya Bakur û Kafkasan dirêj dibe da cih digirin. Qeyraneke herî biçûk, rageşî, pevçûn an jî şerê ku li van herêman çêbibe rasterast tesîrê li ser ewlehiya Turkiyeyê dike. Çawa tesîrê dike? Wek terorê tesîrê dike, wek koçê tesîrê dike û di mijarên din da jî tesîrê dike. Me gelek caran mînakên vê dîtin. Bûyerên li Lîbyayê diqewimin jî him ewlehiya Behra Spî û him jî ewlehiya NATOyê rasterast eleqedar dikin." 

Kalin diyar kir ku divê hemû aktorên navneteweyî bi hikûmeta meşrû ya ku NY nas dike ra têkiliyê dayne. Kalin got ku heta demeke nêzîk Amerîka jî di nav da gelek welatan hikûmeta Serrac nedihesibandin ku pê ra têkiliyê daynin, bi saya piştgiriya ku Turkiyeyê him li qadê him jî wek dîplomatîk da va guherîna vê hevsengiyê dest pê kir. Kalin destnîşan kir ku vê gavê mixatabên hikûmeta Serrac zêde bûne û wiha dewam kir, "Em tu wextî naxwazin ku Lîbya bibe qada şerê hêzên milîs, eskerên peretî yên ji derva tînin. Heke ku wê çareseriyeke siyasî çêbibe, divê teqez van çareserkirinên eskerî daynin aliyekî. Lêbelê mixabin aktorên navneteweyî li Sûriyeyê çi kiribin, heman tiştî li hêdî hêdî li Lîbyayê dikin.

Şerê Sûriyeyê ket sala 11emîn û mixabin di dema nêz da şerê herî xwînî ye. Aktorên navneteweyî yên li wê derê ji ewlehiya gelê Sûriyeyê, ji yekparetiya axa Sûriyeyê û pêkanîna yekîtiya siyasî zêdetir, peyê berjewendiyên xwe ketine û ji bo berjewendiyên xwe tevgeriyan. Loma krîz yekser zêde bû û tevlihevî çêbû. Vêga li Lîbyayê jî heke di serî da aştî, hizûr û ewlehiya gelê Lîbyayê were pênasekirin, seba çavkaniyên siruştî, yekîtiya siyasî û yekparetiya axa Lîbyayê rêyên çareseriyê werin dîtin, ev mijar dikarin werin çareserkirin. Lêbelê heke li wê derê bibêjin 'Em Lîbyayê ji filan derê perçe bikin, vî qismî em hildin, qismê din bidin wan' û helwesteke wiha nîşan bidin, li Lîbyayê encamê pir xerab wê çêbibin."

Kalin daxuyand ku li Iraq, Sûriye û Lubnanê ji ber rewşa nijadî û mezhebî, dixwazin ku rêxistinên cuda werin çêkirin, ev birîn hê nehatine pêçan û wiha dewam kir, "Vêga tecrubeyên li vê derê li ber çavan e. Em ê destûrê nedin ku heman tişt li Lîbyayê jî derkeve holê, divê tu kes jî destûrê nede. Heke di nav hemû civakên pirnijad, pirmezheb û pirziman da bi vî hawî perçebûn çêbibe, divê bi dehan û sedan dewletên piçûk ji nav Ewropayê derkevin û Ewropa perçe bibe, divê Amerîka jî perçe bibe û dehan dewlet jê derkevin, lêbelê vê yekê li wan derana nakin, berevajiyê wê di bin banê rêxistinên mezin da di nav yekîtî û bihevrabûnê da pêvajoyên siyasî tên pêşxistin û hedefkirin, lê wexta ku mijar tê ser welatên Îslamê, nijad û mezheban derdixin pêş û em dibînin ku bi vî hawî li wan welatan birînên kûr vedibin."

Kalin diyar kir ku li Lîbyayê eşîr bi hêz in, eşîr di nav civakên din da jî hene û got ku weke berê eşîr dikarin dîsa di nav aştî û hizûrê da bijîn.

"Li Lîbyayê kê bi rastî dixwaze ku aştî û îstiqrar çêbe, kê jî dixwaze şer dewam bike, diyar in"

Kalin diyar kir ku piştevaniya Turkiyeyê ya ji bo hikûmeta Lîbyayê dê ji îro şûnda jî bidome û ji bo pêşxistina çareseriya siyasî, ew ê hewildanên dîplomatîk bidomînin. Kalin her wisa êrîşa dijî Baregeha Watiyeyê jî nirxand. Kalin wiha destnîşan kir, "Tê zanîn ku aliyê Hefter ev yek da kirin. Der heqê vî da xeberên 'destê vî welatî, destê wî welatî heye' jî dertên, ez ê qala wan nekim, lêbelê rastiyek heye ku di vê êrîşê da jî xwe da der; eşkere dixuyê ku di rastiyê da li wê derê kê li pey aştî û îstiqrarê ye, kê jî li pey şer e. Yê rastî êrîşê hat, aliyê Serrac e, Balafirgeha Watiyeyê di nava bajarê Trablusê da ye. Wate aliyê ku bangewaziya agirbestê dike û dibêje 'em di bin sîwana NYyê da dest bi gotûbêjên 5+5 bikin', radibe tê û bi vî awayî Trablusê bombebaran dike. Ev yek hem dijî hiqûqa navneteweyî ye û hem jî niyeta wan a rastîn ya li ser van hemû pêvajoyan radixe ber çavan. Wate ew yek careke din eşkere bû ku di vê mijarê da helwesta hikûmeta Serac bê ka çiqas rast e, mumkin nîne ku bi aliyê hember bawer bibin. Helbet yê bi xwe jî di vê mijarê da tedbîrên xwe bistînin. Em ê jî wekî Tirkiye piştevaniya xwe ya ji bo hikûmeta meşrû bidomînin. Di biryardariya me ya li ser vê mijarê da tu veger tuneye."

Li ser pirsa nêrîna Almanyayê ya der heqê meseleya Lîbyayê da Kalin diyar kir ku Almanya roleke erênî dilîze. Kalin destnîşan kir ku Konferansa Berlinê gaveke baş e, li gorî wan, di çarçoveya wan rêgezan da pêşdabirina pêvajoyê mefadar e, lêbelê bi qenaeta wan, di vir da yê ku bi dek û dolab e, aliyê Hefter e. Kalin wiha got, "Ez bawer im Alman jî êdî vê rastiyê çêtir dibînin."

Kalin bersiv da pirsa li ser geşedanên li Behra Spî ya Rojhilat jî û diyar kir ku peymana erka deryayî ku bi telîmata Serokomar Recep Tayyip Erdogan digel Lîbyayê hat îmzekirin, gaveke dîrokî ye. Kalin bal kişand ku der heqê vî da miktesebateke navneteweyî jî çênebûye û wiha got, "Di rastiyê da hiqûqa navneteweyî ya li ser deryayê di meseleyên wekî qada erka deryayî, qada parzemînî, herêma aborî ya sînorkirî da wê yekê pêşniyaz dike ku alî van meseleyan di ava xwe da bi lihevkirinê çareser bikin, teamula yekemîn ev e. Gava îxtilaf derkeve jî mirov dikare biçe dadgehan. Lêbelê bi piranî ya ku tê tercihkirin, rêya yekemîn e ku ew jî divê welat wekî dualî, sêalî an jî piralî meseleyê di nava xwe da çareser bikin. Ji ber vê çendê jî me berê bangewazî kir ku em ligel Yewnanistan, Misir, Lîbya, welatên din ên cîranên Behra Spî ya Rojhilat xebateke bi vî rengî bikin. Lêbelê bersiv nehat dayîn. Cara ewil li Lîbyayê navê vê yekê hat lêkirin û ev peyman çêbû. Ev ne peymanek e ku aliyên sêyemîn rasterast eleqedar dike û mafên wan binpê dike."

"Li Rojhilatê Behra Spî Turkiyeyê bi tunehesibandinê va avakirina nexşerêya vejenê û îstiqrara siyasî ne mimkun e" 

Kalin bi bîr xist ku di rojên borî da Yewnanistan û Îtalyayê di nav xwe da peymana rasta parzemîniyê îmze kirin û ew jî ji vê yekê razî bûn û wiha dewam kir: "Herdu welat hatin cem hev û sînorên xwe yên li ser behrên xwe kifş kirin. Bi heman awayî me jî ev yeka bi Lîbyayê ra kir. Me bi vê peymanê pesend kir ku ji alî behrê va cîrantiya me û Lîbyayê jî heye. Ev yek niha wê di navbera Tirkiye û Lîbyayê da bi kêr bê û sibê roj dema şert û mercên siyasî pêk bên wê di nav wê qadê da wê xebatên mêzekirin û lêgerînê bên kirin û dema tiştek bê temînkirin jî wê dahata awayek şirîkatî li Tirkiye û Libyayê bê belavkirin. Em dixwazin ku bila tevahiya Rojhilatê Behra Spî wiha wek goleke aştiyê be."

Berdevkê Serokomariyê Kalin ragihand ku ew dixwazin bila çavkaniyên siruştî yên li Rojhilatê Behra Spî awayekî adil bên parvekirin û xwedî lê bê derketin dema Tirkiye di vê mijarê da tune bihesibînin ew vê qebûl nakin û wiha domand: "Di şûna projeyên biha yên ku wê di dawiya dawiyê da bisernekevin va heta eleqedar dibin bila bi Turkiyeyê ra li ser van mijaran biaxivin. Dema li ser planên ku Tirkiye jî di nav da be kar û xebat bên kirin wê ev yek bi kêrî herkesî bê. Ji serî va nêrîna me hertim ev bû lê ew dixwazin ku me di nav Kendava Antalyayê da asê bikin û em jî li hemberî hewlên wiha helbet bê bertek namînin."

Serokatiya heyama Almanyayê ji bo Yekîtiya Ewropa û Turkiyeyê dibe ku bi kêr bê

Kalin nêrîna Yekîtiya Ewropayê ya der barê mijara Behra Spî da jî nirxand û bal kişand ser serokatiya heyama Almanyayê û got ku ev fersendeke û dibe bi kêrî Tirkiye û YEyê bê. Di berdewamiya axaftina xwe da Kalin got ku di vê mijarê da Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî dikare vîna xwe nîşan bide û wiha dewam kir: "Em hemû dibînin ew mijarên ku heta niha di navbera Tirkiye û YEyê da wek asteng derxistine pêş tiştên wisa ku neyên çareser kirin nînin. Ev têkilî dema di rojeveke pozîtîf da bê meşandin ev yek bi kêrî herdu aliyan jî tê. Di demên nêz da me gelek mînakên wiha jî dît."

Kalin diyar kir ku wan dît di mijara qeyrana koçberên Sûriyeyî da hewcedariya Ewropayê bi Turkiyeyê heye û got: "Di mijara têkoşîna dijîterorê, di mijara ewlehiya vejenê da me awayek baş û zelal dît ku ew nikarin bêyî Turkiyeyê gavekê jî biavêjin. Ewropa him ji bo me bazareke aboriyê ye û him jî nêzî 5 milyon welatiyên me lê ne û hevkariya di navbera me da him ji bo ewlehiya Ewropaya Başûr, him ji bo ya Balkanan û him jî ji bo ya herêmên din wê bi kêrî herkesî bê lê ji bo pêk hatina vê jî Tirkiye ji mafên xwe yên neteweyî û berjewendiyên xwe nayê xwarê û ev mimkun jî nîne. Lazim e herdu alî jî bi hev ra li vê pêvajoyê xwedî derbikevin."

Kalin diyar kir ku di seroktiya heyamê ya Almanyayê da dikarin hin gavan biavêjin lêbelê dibînin ku blokaja welatên wekî Fransayê dewam dikin, hewcedariya Turkiyeyê ya wisa tune ku rasterast bi Fransayê ra bikeve rageşiyê. Kalin destnîşan kir ku cudahiya fikran heye lêbelê di mijarên YEyê da dikarin bingeheke xebatê bibînin û wiha pê da çû:

"Mijara Behra Sipî ya Rojhilat bi tenê meseleya welatekî an jî YEyê nîne, meseleya hemû welatên cînarê wê derê ye. Bi hewla welatek an jî çend welatan va ji bo çareseriyê zorê bidin Turkiyeyê jî encamek dernakeve. Di dewsa vê da dibê em kanalên dualî gelek caran jî piralî vekirî bigrin, bingeha diyalogê hêzdar bikin, bi hin fikrên afrîner, pêşniyazan va pêşiya kirîzan vekin, ev ê kêrî her kesî were."

 "Dikarin pirsgirêkên bi Yewnanistanê ra rasterast bi axaftinê çareser bikin"

Kalin li ser têkiliyên bi Yewnanistanê ra jî axivî diyar kir ku Serokomar Erdogan hefteya borî bi Mîçotakîsê Serokwezîrê Yewnanistanê ra li ser têlefonê axivî, piştî demeke dirêj cara ewil temaseke wiha hat danîn. Kalin diyar kir ku di axaftinê da li ser mijarên dualî, Ege, Behra Sipî û gelek mijarên din sekinîn û wiha axivî:

"Wekî kevneşop hûn jî dizanin ku Yewnanistanê piştgirî da endamtiya YEyê ya Turkiyeyê . Di mijara têkiliyên dualî da hin fikrên cuda hene lêbelê bi awayekê li ser van hatiye axaftin. Bi rêya mizakereyê hatiye birêvabirin, hinekên wan hatine çareserkirin, hinekên wan jî di pêvajoyê da hatine asta birêvabirinê. Ya rastî wekî cînar hêviya me ew e ku bi Yewnanistanê ra têkiliyan bi nêrîna herî pozîtîf çareser bikin. Di mijara Egeyê da mimkun e ku rasterast biaxivin û cudahiyên fikrên li ser mijarê û îxtilafan careser bikin. Ev kanal berê vekirî bûn, ji vê şûnda jî dikarin vekirî bigrin. Herdu serokan di axaftina li ser têlefonê ya dawîn da îradeyeke wisa nîşan dan. Nika dibê bixwazin ku li gor hêviyê gavan biavêjin di têkiliyên dualî, mijara YEyê, Behra Sipî ya Rojhilat, Egeyê da li gor heq û menfeetan pergaleke herêmê ya adil ava bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE