Piştgiriyên ji bo çalakiya dayikan

Ji Meletiyê gelek kes ji bo alîkariyê çûn Diyarbakirê...

Piştgiriyên ji bo çalakiya dayikan

Ji seranserê welêt piştgiriyên ji bo dayikên Amedî dewam dikin. Ji Meletiyê jî endamên Ocaxa Îradeya Millî ji bo alîkariyê bidin dayikan çûn Amedê.

Tirkiyê ew tenê bernadin...

Dayikên Amedî yên ku zarokên wan ji aliyê rêxistina terorî PKK’ê ve hatine revandin li ber deriyê avahiya HDP’ê çalakiyê dikin.

Heta niha ji Wezîr, siyasetmedar, akademîsyen û Saziyên Civaka Sivîl gelek kesan piştgirî dan dayikan.

Herî dawî jî ji Meletiyê Endamên Komeleya Ocaxên Îradeya Millî ji bo destekê çûn Amedê.

Endamên komeleyê, him dayikên mexdûr ziyaret kirin, him jî revandina zarokên wan şermezar kirin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE