Piştgiriyên ji bo “operasyona Kaniya Aştiyê”

Ji gelek bajaran welatî û saziyan piştgirî da herekatê...

Piştgiriyên ji bo “operasyona Kaniya Aştiyê”

Tirkiye him ji bo ewlehiya sînorê xwe, him jî ji bo vegera penaberan dest bi “Herekata Kaniya Aştiyê” kir. Gelek bajarên herêmê piştgirî dan herekatê.

Rêxistina terorî PKK/YPG bi salan e ji bo sînorê Tirkiyeyê gefeke mezin e.

Tirkiyeyê herî dawî biryar da ku him sînorên xwe ji terorê paqij bike, him jî penaberan vegerîne Sûriyeyê. Ji bo vê jî dest bi Herekata Kaniya Aştiyê kir.

Gelek welatan piştgirî da herekatê, her wiha ji gelek bajarên herêmê jî her ku diçe zêdetir piştgirî tên.

Li Midyada navçeya Mêrdînê xizmên şehîdan piştgirî dan herekatê.

Dîsa li Midyadê ciwanên xwendekarên Îmam Xebîtê ji bo piştgiriyê hatin cem hev.

Dûvre jî ji bo Hêzên Leşkerî yên Tirkiyeyê ji Qurana Kerîm Sûreya Fethê hat xwendin, dia hatin kirin.

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2019, 10:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE