Pêketiyên Kovîd-19ê li Stenbolê kêm bûn, li Enqere û Îzmirê zêde bûn

Pêketiyên Kovîd-19ê li Stenbolê kêm bûn, li Enqere û Îzmirê zêde bûn

Li gor daneyên navbera 22 û 28ê rêbendanê yên Wezareta Tenduristiyê, di her 100 hezar kesî da jimara pêketiyên Kovîd-19ê li Stenbolê bû 889,58, li Enqereyê bû 1003,30, li Îzmirê bû 961,57.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nexşeya nexweşiyê parve kir.

Li gor bajaran di 100 hezarî da heftane hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine li Stenbolê bû  889,58, li Enqereyê bû 1003,30, li Îzmirê bû 961,57.


Hefteya borî (15-21ê rêbendanê) di 100 hezarî da heftane hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketibûn li Stenbolê 1245,73 bû, li Enqereyê 725,62 bû û li Îzmirê 729,81 bû.

Li gor daneyan di 100 hezarî hejmara kesên nexweş ketine li Elezîz, Uşak, Îdir, Tokat, Kirklarelî, Rîze, Kirikkale, Isparta, Bayburt û Manîsa zêde bûn.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE