"Plana ku Kudüsê dide İsrailê bi tu awayî nayê qebûlkirin"

Serok Erdogan der barê plana qaşo aştiyê ya ku Trump tevlî Netanyahû eşkere kir da got: "Kudüs ji bo mislimanan miqedes e. Plana ku Kudüsê dide İsrailê bi tu awayî nayê qebûlkirin."

"Plana ku Kudüsê dide İsrailê bi tu awayî nayê qebûlkirin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji ber rewşa İdlibê ya rastî êrîşan tê got: "Bi Rûsyayê ra him li Soçî û him jî li Astanayê hin hevdîtin û peyman hatin kirin. Dema ku Rûsya ji bo van peymanan sadiq be em ê bi sadiqî meşa xwe bidomînin. Lê mixabin niha Rûsya ne ji bo Astanayê û ne jî ji bo Soçiyê sadiq nîne."

Serok Erdogan dema ji Senegalê vedigeriya Türkiyeyê daxuyanî da rojnamegeran û pirsên wan bersivand.

Serok Erdogan der barê Peymana Sedsalê ya plana qaşo aştiyê ku Serokê Amerikayê Donald Trump bi Serokwezîrê İsrailê Binyamîn Netanyahû ra eşkere kir da axivî û got: "Plana ku hat eşkerekirin wê bi kêrî aştî û çareseriyê neyê. Ev plan plana binpêkirina mafên Filistiniyan û meşrûkirina dagirkeriya İsrailê ye. Kudüs ji bo mislimanan miqedes e. Plana ku Kudüsê dide İsrailê bi tu awayî nayê qebûlkirin."

"Türkiye dewleteke ku çep û rast dimilmile nîne"

Di axaftina xwe da Serokê Türkiyeyê bal kişand ser kar û xebatên Türkiye him li hundir û him jî li derveyê welatê xwe birêva dibe û wiha domand: "Niha Türkiye li Rojhilata Navîn dewleteke wisa ye li ser maseyê gotina wê derbas dibe. Em dewleteke ku çep û rast dimilmile nînin. Heke di qada pîşesaziya parastinê da ji bo çêkirinê me gavên xwemalî û neteweyî neavêtibana niha di têkoşîna dijî terorê da me dê top biavêta."

Der barê pêvajoya Astana û lihevkirina Soçiyê da jî Serok got: "Pêvajoya Astanayê nema. Ji bo ku pêvajo nû bibe, divê meriv lê binhêre bê ka Türkiye, Rûsya, Îran dikare çi bike. Heke em û Rûsya şirîkên sadiq bin, wê helwesta xwe kifş bike. An wê bi Sûriyeyê ra pêvajoyê cuda bimeşîne an jî wê pêvajoyê bi Türkiyeyê ra cuda bimeşîne."

Di rojeva Serok Erdogan da erheja bi lerza 6,8an a ku navenda wê Sîvrîceya navçeya Elezîzê bû jî cih girt û wî jî got: "Piştî lêkolînên erdê em ê dest bi çêkirina avahiyan bikin. Ev ji bona me karê 4-5 mehan e."

Di mijara baca erdhejê da jî Serok destnîşan kir ku ew ji bo çi armancê hatibe berhevkirin heta îro bi wê mebestê hatiye xerckirin. Ji bilî wê me bo cihekî din xerc nekir û nakin jî."

Serok Erdogan der barê şewba nexweşiya Coronavîrusê ya ku li Çînê derket holê û bi lez û bez belav dibe da jî got: "Vê gavê li Türkiyeyê tu pirsgirêk tune. Her cure tevdîr tên hildan û gav tên avêtin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE