"Plana Xebatê ya Mafên Mirovan wê feydeyê bide pêwendiyên me yên bi YEyê ra"

"Plana Xebatê ya Mafên Mirovan wê feydeyê bide pêwendiyên me yên bi YEyê ra"

 Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, "Plana Xebatê ya Mafên Mirovan wê sînorên maf û azadiyên bingehîn berfireh bike û feydeyê bide pêwendiyên me yên bi saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE) ra."

Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Gurcistanê Davît Zalkalîanî piştî hevdîtina ku kirin li Wezareta Karên Derva di daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş da axivîn.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê Plana Xebatê ya Mafên Mirovan da ku Serok Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir da wiha got, "Wê sînorên maf û azadiyên bingehîn berfireh bike û feydeyê bide pêwendiyên me yên bi saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE) ra."

Çavuşoglu got ku li gorî rewşa pêwendiyên me dibe ku em jî bi Misrê ra mijara qadên rayeya behrê mizakere bikin û peymanekê îmze bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE