Plankarê êrîşa Reyhanliyê sewqî edliyeyê kirin

Yusuf Nazikê plankarê êrîşa bibombe ya li Reyhanliyê ku bi destê Serokatiya MÎTê hat girtin, karên wî li emniyetê hat kutakirin û sewqî edliyeyê kirin

Plankarê êrîşa Reyhanliyê sewqî edliyeyê kirin

Yusuf Nazikê plankarê êrîşa bibombe ya li Reyhanliyê ku bi destê Serokatiya Teşkilata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) li Sûriyeyê hat girtin û teslîmî Midûriya Emniyeta Enqereyê hat kirin, karên wî li emniyetê hat kutakirin û sewqî edliyeyê kirin.

Yusuf Nazikê plankarê êrîşa bibombe ya li Reyhanliyê ku li Lazqiyeya bajarê Sûriyeyê hat girtin û anîn Tirkiyeyê, li karê wî Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Bajêr kuta bû.

Nazik piştî kontrola tenduristiyê bi tevdîrên ewlehiyê va birin Edliyeya Enqereyê.

Yusuf Nazikê organîzatorê êrîşa Reyhanliyê di Lîsteya Terorîstên Lê Digerin da di kategoriya "hêşîn" da bû û piştî jêpirsîna li MÎTê seba hildana îfadeya wî di 12ê îlonê da teslîmî ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Enqereyê hatibû kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 îlon 2018, 17:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE