"Pênaseya Serokkomarê Fransayê Macron encax bi sekna hiş tê îzahkirin"

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy der barê daxuyaniyên Macron da bi nivîskî daxuyanî da.

"Pênaseya Serokkomarê Fransayê Macron encax bi sekna hiş tê îzahkirin"

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy ji bona Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron alîkariya ku Tirkiye li gor biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên eleqedar û li gor daxwazê dide hikûmeta meşrû ya Lîbyayê wek 'lîstikeke bitalûke' pênase kir wiha got: "Fransaya bi salan e destekê dide hêzên nemeşrû xwediyê berpirsyariyeke mezin e ku li Lîbyayê tevlihevî derket. Loma lî esas Fransa li Lîbyayê lîstikeke bitalûke dilîze."

Aksoy der barê daxuyaniyên Macron da bi nivîskî daxuyanî da.

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy wiha got: "Serokomarê Fransayê Macron alîkariya ku dewleta me li gor biryarên Neteweyên Yekbûyî yên eleqedar û li gor daxwazê dide hikûmeta meşrû ya Lîbyayê wek 'lîstikeke bitalûke' pênase dike ku ev encax bi sekna hiş tê îzahkirin. Heger Birêz Macron bîne bîra xwe û bi aqilê xwe yê selîm hereket bike wê fehm bike sedema pirsgirêkên îro li Lîbyayê diqewimin Hefterê derbekar e ku destekê didin wî. Wê bê bîra wî ku dîsa Hefterê axayê şer îmzekirina peymanên agirbestê yên li Moskova û Berlînê red kir. Fransaya bi salan e destekê dide hêzên nemeşrû xwediyê berpirsyariyeke mezin e ku li Lîbyayê tevlihevî derket. Loma lî esas Fransa li Lîbyayê lîstikeke bitalûke dilîze."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE