Prîce: "Bi Türkiye ra berjewendiyên me yên hevpar hene"

Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Prîce: "Bi Türkiye ra berjewendiyên me yên hevpar hene"

Prîce: "Bi Türkiye ra berjewendiyên me yên hevpar hene"

Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Ned Prîce bal kişande berjewendiyên Amerîka û Türkiyeyê û wiha got: "Di mijara berjewendiyên me yên hevpar da em hevkariyê digerin, wek bi hemû mitefîqên me ra di mijara lihevnekirinê da jî em diyalogê dikin."

Prîce li Wezareta Karên Derva civîneke çapemeniyê li dar xist û behsa mijarên rojevê kir.

Prîce pirsa der barê xwepêşandanên ku li Türkiyeyê çêdibin bersivand.

Berdevk Prîce bal kişand endamtiya Türkiyeyê ya NATOyê jî û wiha dewam kir: "Ji bo li Sûriyeyê şer dawî bibe, li dijî terorê têkoşîn bê dayîn, yên niyetxirab li herêmê dev ji armancên xwe berdin û di gelek mijarên wiha da em bi Türkiyeyê ra xwedî berjewendiyên hevpar in. Di mijara berjewendiyên me yên hevpar da em hevkariyê digerin, wek bi hemû mitefîqên me ra di mijara lihevnekirinê da jî em diyalogê dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE