Prens Phîlîpê Dukê Edînburghê yê mêrê Elîzabetha 2yemîn ya Keybûnaya Îngilistanê di 99 saliya xwe da mir.
Li gor daxuyaniya Qesra Buckînghamê hat diyarkirin Prens Phîlîp li Keleha Wîndsorê miriye.
Prens Phîlîp 16ê Sibatê da biribûn Nexweşxaneya Kral Edwardê 7emîn û dihat dermankirin.
Hatibû diyarkirin ku bi Prens Phîlîp ra vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tuneye û wê çend rojan li nexweşxaneyê bimîne û ji ber enfeksiyonê bê dermankirin.
Prens Phîlîp piştî ku ji dil hatibû emeliyetkirin ji nexweşxaneyê hatibû derxistin û peyra dîsa rakiribûn Nexweşxaneya Kral Edwardê 7emîn. Piştî ku 28 roj hatibû dermankirin di 16ê Adarê da ji nexweşxaneyê derketibû.
AA