''Pêşengiya alema Îslamê bi tenê Tirkiye dikare bike''

Serok Erdogan got: ''Tirkiye bi saya berhevkirinên xwe yên dîrokî, cihê erdnigariya xwe, baweriyên curbecur ên bi sedan sal e di nav dewlemendiyên xwe yên çandî da bi aştî û aramiyê dihewîne, ji bo hemû alema Îslamê welatê ku bikaribe pêşengiyê bike bi tenê ew e."

''Pêşengiya alema Îslamê bi tenê Tirkiye dikare bike''

Sero Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku li hemberî FETOya rêxistina terorê têkoşîna rasteqîn di serdema wan da hat dayîn û wiha pê da çû: "Têkoşîna rasteqîn a dijî FETOyê bi tenê di serdema me da hatiye kirin. Lêbelê ez vê yekê jî bêjim, em jî dereng man. Me mixabin berdêla vê derengmayînê jî da."

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan li Qesra Serokomariyê di Civîna Miftiyên Bajêr a 35an da axivî.

Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan ragihand ku FETO sedem nîne, ew encama pergaleke berwext a çêkiriye û wiha pê da çû: "FETO, nexweşiyek e ku sedema wê pergaleke xwar e ku bi miletê xwe ra şer dike, ji jor va li gelê xwe dinihêre û miletê xwe dike biyanî. FETO ûreke xebîs a ku di nava salên 1970yî da ketiye laş û seranserê 40 salî bi awayekî fismirî tê da mezin bûye, xurt bûye û bi lebatên din ên bedenê geriyaye." 

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser têkoşîna li hemberî FETOyê ku bênavber tê dayîn û got: "Têkoşîna rasteqîn a dijî FETOyê bi tenê di serdema me da hatiye kirin. Lêbelê ez vê yekê jî bêjim, em jî dereng man. Me mixabin berdêla vê derengmayînê jî da. Rêxistinê di 40 sal dîroka xwe da piştevaniya herî mezin, bi derbeya 80yî va ji failên midaxaleya 28ê sibatê standiye." 

Serokomar Erdogan dek û dolabên FETOyê yên ku di 17 û 25ê Berfanbarê da hatin organîze kirin bibîr xist û diyar kir ku digel astengkirinên muxalefetê wan li hemberî FETOyê paşve gav neavêt û wiha domand: "Ji wê têkoşîna me ya ku piştî hewlên 17-25ê Berfanbarê digel astengkirinên muxalefeta sereke birêva bir nebûya bawer bikin encamên 15ê Temûzê wê gelek cihê bûna. Şehîdbûna 251 mirovên me û birîndarbûna 2 hezar û 193 welatiyên me têrê nekir ku perdeya xefletê ya li ser çavê van şexsan bidire. Di ser da jî bi qaşo meşa edaletê va li ser wê yekê berdewam man û propagandaya rêxistinê kirin. Ji aliyê din va ne bi tenê di meseleya FETOyê da, bi heman şêweyî van derdoran di operasyonên me yên dijî DEAŞ û rêxistina terorê ya cudaxwaz da jî helwesteke bi vî rengî nîşan dan. Me heta niha tu wextî nexşerêya xwe li gorî helwesta van derdoran xêz nekir û em xêz jî nakin. Ji niha şûnda jî em ê li gorî rexneyên çar pênc nezanên bêkêr polîtîkaya xwe dirust nekin."

Di berdewamiya axaftina xwe da Serok Erdogan ji meleyan xwest ku bila wêrek bin û ew di nav civakê da însiyatîfê hildin ser xwe û wiha pê da çû: "Dema meleyên me însiyatîfê hilnedin ser xwe wê çaxê meydan ji dekbazên serkêşên mîna FETOyê, cahilên xurafeperest û qeşmerên ku di têlevizyonan da bi saz û reqsê bernameyan çêdikin ra dimîne."

Serok Erdogan bal kişand ser halê mizgeftan, qala pîrozbûna wan kir û got: "Divê em mizgeftên xwe nekin ew cihên ku bi tenê nimêj lê tê kirin, paşê herkes diçe û deriyên wê tên girtin. Ev yek li hemberî van banên bimbarek ên ku şaxên Beytûlahê ne neqeqiya herî mezin e. Ji ber vê jî divê mizgeftên me hertim vekirî bin."

- Pêşengiya alema Îslamê bi tenê Tirkiye dikare bike

Serok Erdogan bal kişand ser giringiya yekîtiya alema Îslamê û destnîşan kir ku Tirkiye ji ber erdnigarî û dîroka xwe xwedî tecrubeyeke mezin e û wiha pê da çû: "Tirkiye bi saya berhevkirinên xwe yên dîrokî, cihê erdnigariya xwe, baweriyên curbecur ên bi sedan sal e di nav dewlemendiyên xwe yên çandî da bi aştî û aramiyê dihewîne, ji bo hemû alema Îslamê welatê ku bikaribe pêşengiyê bike bi tenê ew e."

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2018, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE