''Pêşniyaza 'Tirkiye bira S-400an bişîne Ukraynayê' ne mumkin''

''Pêşniyaza 'Tirkiye bira S-400an bişîne Ukraynayê' ne mumkin''

Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun bersiva "Ev nêrîn bi tu awayî ne mumkin e" da meqaleya ku di rojnameya Amerîkayê ya The Wall Street Journalê da hat weşandin û pêşniyaz kir ku Tirkiye pergala parastina asîmanî S-400 bişîne Ukraynayê.

Di meqaleya ku di 18ê Adarê da di The Wall Street Journalê da derçû da wiha hatibû gotin, "Tirkiye dikare pergala parastina asîmanî S-400an bişîne Ukraynayê. Ev gav dê pêwîstiya bilez a Ukraynayê bîne cih û dê rê li wê yekê veke ku bataryayên fuzeyên Patriot ên Amerîkayê ji bo Tirkiyeyê bên firotin û Tirkiye jinûva li bernameya F-35an bê zêdekirin ku ev jî dê peywendiyên Amerîka-Tirkiyeyê temîr bike."

Altun di nirxandina xwe ya vê meqaleyê da diyar kir ku nêrîna navborî bi tu awayî ne mumkin e ku were pêkanîn, lê firsendekê pêşkêş dike ku pirsgirikên ku van dawiyan di navbera Tirkiye û Rojava da serî hildane, bên nîqaşkirin.

Altun bal kişand ku di hemû daxuyaniyên Amerîkayê da yên li ser kirîna S-400an a ji hêla Tirkiyeyê, "Tirkiyeyê pêşiyê bi Amerîkayê ra hevdîtin kirin, lê Amerîkayê firotina pergala Patriotan red kir" tê paşguhkirin.

Altun ji bo pêşniyaza 'Tirkiye bira S-400an bişîne Ukraynayê' wiha got, "Ev nêrîn bi tu awayî ne mumkin e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE