"Pêşvaçûna Türkiyeyê ya di teknolojiyên pîşesaziya parastinê da çîrokeke serkeftinê ye"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Di 15-20 salên borî da pêşvaçûna Türkiyeyê ya di teknolojiyên pîşesaziya parastinê da ji hêla hemû dinyayê va tê şopandin ku ev çîrokeke serkeftinê ye û mînak tê hildan."

"Pêşvaçûna Türkiyeyê ya di teknolojiyên pîşesaziya parastinê da çîrokeke serkeftinê ye"

Erdogan di Merasima Mezûniyetê ya Zanîngeha Parastina Neteweyî da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir ji siyasetê bigere heya aboriyê mîna di her warî da êdî di warê da eskerî da jî ber bi asteke nû va diçin û wiha axivî, "Di 15-20 salên borî da pêşvaçûna Tirkiyeyê ya di teknolojiyên pîşesaziya parastinê da ji hêla hemû dinyayê va tê şopandin ku ev çîrokeke serkeftinê ye û mînak tê hildan."

Erdogan destnîşan kir heger Tirkiye hêzdar be, nêz yan jî dûr, ji bona hemû xwîşk û birayên wan yên di bin zilma zaliman da dinalin hêvî heye û wiha got, "Sedemeke herî girîng ya helwesta hêzdar ya Tirkiyeyê jî têkoşîna wê ya di warî eskerî da û serkeftinên wê ye. Digel dafikên ku hema hema 40 sal e di heyama têkoşîna dijî terorê da tên danîn em helwesteke zexim nîşan didin û ev jî nîşan dide ku em cardin dikarin serkeftî bin. Ez bi eşkereyî dibêjim. Çavê me di ax, desthilatdarî, yekîtî û aqûbeta kesî da nîne."

Serokomar Erdogan got li Lîbyayê serkeftina ku me di warê diplomatîk û eskerî da bi dest xist ne tenê li Behra Sipî li hemû dinyayê hevseng ji nû va da sazkir.

Erdogan got ku li ciyê ku Tirk lê bin zilm tuneye, li ciyê ku Tirk lê bin xwîna mesûman nayê rijandin û wiha pê da çû, "Em amadehiyê dikin ku li erdnîgariyên din bi xwîşk û birayên xwe yên ku dixwazin bi me ra hereket bikin ra tevbigerin. Em guh didin banga xwîşk û birayên xwe yên di bin zilma rêxistinên terorê û rejimên bêker yên bûne maşika emperyalîstan da dinalin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE