Pusuleyên dengan bi helîkoptera eskerî veguhastin

Li Sêrtê ji bo Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Mehelî yên 31ê Adarê, peywirdarên hilbijartinê û pusuleyên dengan li hin deveran bi helîkoptera eskerî hatin veguhastin

Pusuleyên dengan bi helîkoptera eskerî veguhastin

Li Sêrtê di Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Mehelî yên 31ê Adarê da bi helîkopera eskerî va peywirdarên hilbijartinê û telîsên ku pusuleyên dengan tê da ne, birin hin deverên çiyayî yên ku şênî lê hene.

Peywirdarên hilbijartinê û telîsên ku tê da pusuleyên dengan hene, bi helîkotera eskerî ku ji Fermandariya Tûxaya Komandoyan a 3yemîn a Sêrtê rabû va ji navenda navçeyên Eruh, Perwarî û Şîrvanê hatin wergirtin.

Ligel 150 kesên ku li ser 64 sandoqan peywirdar in, telîsên pusuleyan bi helîkopterê danîn 13 binkeyên dengdayînê.

Eşkere bû, piştî ku dengdayîn kuta bibe, dê peywirdaran dîsa bi helîkopteran bibin serokatiya lijneya hilbijartinê yên navçeyan.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE