Pûtîn pesnê têkiliyên xurt yên Tirkiye û Rûsyayê da

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn: "Têkiliyên me bi Tirkiyeyê ra berfireh dibe û him jî bi naverokên nû dewlemend dibe. Hevkariya me di mijarên herêmî û aboriyê da jî zêde dibe"

Pûtîn pesnê têkiliyên xurt yên Tirkiye û Rûsyayê da

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn: "Têkiliyên me bi Tirkiyeyê ra berfireh dibe û him jî bi naverokên nû dewlemend dibe. Hevkariya me di mijarên herêmî û aboriyê da jî zêde dibe."

Pûtîn li paytext Moskovayê li Qesra Kremlînê bi Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Serokê MÎTê Hakan Fîdan ra civiya.

Serokê Rûsyayê Pûtîn destnîşan kir têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê pêşva diçin û wiha got: "Têkiliyên me bi Tirkiyeyê ra berfireh dibe û him jî bi naverokên nû dewlemend dibe. Hevkariya me di mijarên herêmî û aboriyê da jî zêde dibe."

Piştî daxuyaniyên rayedarên Tirkiye û Rûsyayê civîna ji çapemeniyê ra girtî dest pê kir. Di civînê da ji li ser navê Rûsyayê ji xeynî Putîn, Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva, Sergey Şoyguyê Wezîrê Parastinê û Aleksandr Lavrentîevê Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Rûsyayê amade ne.

Dîroka nûkirinê: 24 Tebax 2018, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE