Putîn: "Bi Türkiyeyê ra hevkariya me di asta navneteweyî da bi serkeftî didome"

Putîn li Soçiyê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra li Avahiya Fermî ya Serokatiya Dewletê hat bal hev.

Putîn: "Bi Türkiyeyê ra hevkariya me di asta navneteweyî da bi serkeftî didome"

Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimîr Putîn, "Bi Tirkiyeyê ra hevkariya me di asta navneteweyî da bi serkeftî didome. Ez di vir da qesta helwestên me yên li Sûriye û Lîbyayê dikim."

Putîn li Soçiyê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra li Avahiya Fermî ya Serokatiya Dewletê hat bal hev.

Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimîr Putîn di beşa vekirî ya civînê da destnîşan kir bi Erdogan ra hevdîtinên wan her gav bêyî pirsgirêk derbas nabin û got ku lê sazî û dezgehên me yên eleqedar dikarin li hev bikin.

Serokê Dewletê yê Rûsyayê Putîn diyar kir veberhênanên Tirkiyeyê yên li Rûsyayê bi tevahî 1,5 milyar e û veberhênanên Rûsyayê yên li Tirkiyeyê gihîştiye 6,5 milyar dolarî û got ku hemû projeyên mezin wekî hatiye plankirî didomin û wiha pê da çû, “Hecma ticareta me ya dualî di 9 mehên ewil yên îsal da ji sedî 50 zêde bû. Me him zirara di dema şewbê da çareser kir û him jî zêdebûneke mezin bi dest xist."

Putîn destnîşan kir li Qerebaxê hevkariya wan him ji bona agirbestê û him jî di pêşerojê da ji bona çêkirina aştiyeke mayînde xaleke girîng e.

Serokê Dewletê yê Rûsyayê Putîn diyar kir bi Tirkiyeyê ra hevkariya wan ya di asta navneteweyî da bi serkeftî didome û got ku ez di vir da qesta helwestên me yên li Sûriye û Lîbyayê dikim.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE