"Pêvajoya hiqûqî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind dewam dike"

Bînalî Yildirim got: "Pêvajoya hiqûqî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind dewam dike. Ya dikeve ser milê me li benda encama wê sikinîne û bila herkes li kar û barê xwe mêze bike."

"Pêvajoya hiqûqî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind dewam dike"

Bînalî Yildirim got: "Hilbijartin li dû me man. Ji vir pê va emê xebatên ji bo xweşikkirina bajêr binêrin, xebatên ji bo qîmet û marqeya Stenbol zêde bibe û ew bibe bajarekî ku lê tê jiyîn binêrin û van bişopînin. Rewşa me çi dibe bila bibe, çi ji destê me tê emê bikin."

Ji axaftina Yildirim hin sernavên derketin pêş ev in:

"Ez ne însanêkî wisa me ku ji bo hilbijartineke hatiye windakirin hewl bidim. Min van meqaman zêdetir meqam dîtin, ji van zêdetir berpirsyarî hildan li ser milê xwe. Hesasiyeta min ew e ku ez dixwazim emîn bibim ka rayên dane me gihîştine cihên xwe, an na. Me ji bo vê hewl da.

Bifikirin du namzedên bi qasî hev ray hildane hene. Ray heta ji sedî 10î ji nû va tên jimartin yanî bi qasî 850 hezarî û ji wan 15 hezar ray para me derdikevin. Heçko yê qezenc kiribe û yê winda kiribe jî bi qasî hev bin. Heke xeta hebe û rayên betal hebin divê ew wek hev bên nirxandin. Ev yek bi xwe jî nîşan dide ferqa ku piştî jimartina 850 hezar rayî ji 29 hezar û 500î daket 13 hezarî  dema 8 milyon û nîvên din bên jimartin wê bê çi astê nîşan dide. Ji ber vê yekê jî di heşê mirovan da gelek pirs hene. Ev hemû derbas bûn. Pêvajoya hiqûqî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind dewam dike. Ya dikeve ser milê me li benda encama wê sikinîne û bila herkes li kar û barê xwe mêze bike.

Civaknasiyeke vê hilbijartinê heye, şertên li gor xwe hene. Ji ber vê divê bê nirxandin. Di hilbijartinê da namzed neketin pêşbaziyê, em hemû vê dizanin. Ji ber vê nirxandina 'ji namzetan yek têk çû û yek bi ser ket' ne rast e."

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 10:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE