"Pêvajoya li Amerîkayê bi rastî jî hemû mirovahî şaş û metel hişt"

"Hêvîdar im di 20ê Çileyê da merasima dewirkirinê ya birêz Bîden bi aramî çêbe ku Trump jî di daxuyaniya xwe da got ku wê dewirkirin aram be."

"Pêvajoya li Amerîkayê bi rastî jî hemû mirovahî şaş û metel hişt"

Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Pêvajoya li Amerîkaya ku gava behs dibe dibêjin 'landika demokrasiyê ye' bi rastî jî hemû mirovahî şaş û metel hişt."

Erdoganê nimêja înê li Uskudarê li Mizgefta Omer Ozturk kir peyra daxuyanî da rojnamevanan.

Serokomar Erdogan der barê bûyerên li Kongreya Amerîkayê da wiha go, "Pêvajoya li Amerîkaya ku gava behs dibe dibêjin 'landika demokrasiyê ye' bi rastî jî hemû mirovahî şaş û metel hişt."

Erdogan der heqê bûyerên li Amerîkayê da got ku Xwedê sebrê bide malbatên kesên mirin û bi taybetî ji bona kesên birîndar jî şifayê dixwazim.

Serokomar Erdogan got ku hêvîdar im di 20ê Çileyê da merasima dewirkirinê ya birêz Bîden bi aramî çêbe ku Trump jî di daxuyaniya xwe da got ku wê dewirkirin aram be.

Erdogan der barê aşiya Kovîd-19ê da diyar kir niha ji Çînê bi partiya ewil 3 milyon aşî hatin, lê wê ev heta 50 milyonî derkeve û wiha axivî, "(Kovîd-19) Berdêla wê çi dibe bira bibe em ê aşiyan jî dermanan jî bikirin. Em ê qismekê jî li welatê xwe çêkin û vî şer û têkoşînê bidin."

Serokomar Erdogan ji bona xebatên aşîkirinê got hin derdor kampanyayên dijber dikin, bawer dikim ku gelê min wê bi van kampanyayên dijber îtibar nekin.

Erdogan destnîşan kir ev bûyera Kovîdê bûyereke ji rêzê nîne, mîna webaya sedsalê ye û got ku loma jî wek serokê dewletê û wek desthilatdarî çi ji destê me were em mecbûr in ku bikin.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê ziyareta wî ya ji bona Devlet Bahçeliyê Serokê Giştî yê MHPyê da wiha peyivî, "Ji bona Îtifaqa Cumhur hêzdar bibe û bimîne pêşerojê em her gav yekîtî û bihevrabûna xwe piştrast dikin."

Erdogan der barê ziyareta wî ya ji bona Oguzhan Asîlturk jî wiha got, "Ziyareta min him ziyareta nezaketê û him jî der barê meseleya îtifaqê da ye, yanê gelo îtifaqeke hilbijartinê dibe yan jî gava em dijî terorê têdikoşin divê em di vê têkoşînê da her cure alîkariyê hildin. Yanê divê em tenê nemînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE