Serokomar Erdogan: "Destek û hîbeyên ku bi giştî gihiştiye 661 milyar lîreyî, ev jî li welêt bû sebeba wê yekê ku pêvajoya pandemiyê baş derbas bibe û nebe zayiatên aboriyê, tengasiyên civakî û ji tehdîdên ewlekariyê dûr be."
Erdogan: "(Geşeya bi qasî ji sedî 7) Ev rewş îşareta wê yekê ye ji ber ku veberhênan didomin, dê serdema pêşiya me jî berhemanîn û îstixdam zêde bibe."
Serokomar Erdogan: "Li herêmên me yên ku di bin tehdîda hişkahiyê de ne, em ji bo cotkarên xwe 150 lîreyî didin ji bo modernîzebûna pergalê."
Serokomar Erdogan: "Înşallah di rojên pêşiya me de di warê enerjiyê de emê di dana xeberên xweş de ji bo rayagiştî, berdewam bin."
Serokomar Erdogan: "Ji bo ku em meha hezîranê bi temamî bikin seferberiya vaksînê, emê îmkanan heta dawîn bikar bînin."
Erdogan: "Em di nava wê amadekariyê de ne ku di meha hezîranê de vaksînên weke BioNTech, Sinovac û Sputnik Vyê ku peyman bi wan re hatiye girêdan, bi miqdarekî gelek û xurt bînin welêt."
Serokomar Erdogan: "(Kovîd-19) Înşallah emê beriya sal biqede vaksîna xwe amade bikin."
Erdogan: "(Normalîzebûna bi qedeme) Di nava 2 hefteyan de di warê pêketin û mirinan de kêmbûneke nisbî çêbûye, herçiqas di biniya hedefa me de ye jî, tê wê wateyê ku tedbîr gihiştin armancê."
Erdogan: "Di seranserê hezîranê de sînordarkirina derketina derve dê nava heftiyê û roja şembiyê ji saet 22.00 heta 05.00ê bidome."
Erdogan: "Dê ev sînordarkirin dawiya hefteyêan roja şembiyê ji saet 22.00ê heta roja duşembê saet 05.00êdi xwe de bigire."
Erdogan: "Di meha temmûzê de dê mîad û rojên sînordarkirinê li gorî guherînên hejmarên pêketin û mirinan jinûve bê cîgirkirin."
Erdogan: "Cihên xwarin û vexwarinan li gorî mercên diyarkirî ji saet 07.00 heta 21.00ê vekirî bin, herwiha heta saet 24.00ê dê bikaribin servîsa pakêtê bikin."
Erdogan: "Roja yekşembê ku sînordakirina derketinê heye li van cihan dê tenê servîsa pakêtê were kirin."
Erdogan: "Cihên weke qehwexane, kafe, çayxane, saheyên xalîçe, holên werzişê û lunaparkan li gorî mercên diyarkirî jibilî yekşembê dê ji saet 07.00ê heta 21.00ê bixebitin."
Serokomar Erdogan: "Li zanîngehan sala xwendinê ya 20212-2022 dê 13ê îlonê destpê bike."
Serokomar Erdogan: "Sepana mesaiya sist a li dezgehên kamûyê heta sererastkirineke nû dê bidome."
Erdogan: "Nîkah û merasimên dawetê yên weke nîkahê yên li qadên vekirî û girtî, dê li gorî mercên diyarkirî ji 1ê hezîranê pê ve destpê bike."AA