Qaîdeyên hilbijartinê diyar bûn

Ger zerf bê filîgran û mihûr bin wê bên betalkirin

Qaîdeyên hilbijartinê diyar bûn

Biryarên lijneya hilbijartinê ya bilind di rojnameya fermî de hatin weşandin. Di hilbijartina herêmî ya 31 adarê de, serok û endamên lijneya sindoqê wê sond bixwe. Wekî din wê bi 4 rengî pisûleyên dengê bên dayîn. Zerfên ku li ser filîgran an jî mihûr tune bin, wê neyên qebûlkirin.

Biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî wê li ser her sindoqê serokek, 6 edamên esil dê hebin. 6 endam jî heger ên eslî neyên, wê têkevin cihê wan.

Serok û endamên sindoqê, roja hilbijartinê beriya dest bi kar bikin wê li ser şeref, ûcdan û muqedesatên xwe sond bixin.

Hilbijêr wê mohra “TERCÎH” an jî “BELÊ” li pisûleyê xin.

Hilbijêr, ji bo endamên meclisa giştî ya bajêr pisûleya Tirincî, ji bo şaredarê navçeyê ya ŞÎN, ji bo endamên meclisa navçeyê ya ZER û ji bo şaredarê bajêr jî wê pisûleya SPÎ bavêjin sindoqê.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind zerfên bê filîgran an jî bê mohr wê qebûl nekin. Her wiha divê li ser zerfê tu xêz an jî nîşaneyên cuda nebin.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind, rê û rêbazên hilbijartina mixtarên tax û gundan û ezayan jî diyar kirin.

Dîroka nûkirinê: 27 Kanûn 2018, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE