Qapaxa Bendava Dicleyê ya qetiyabû wê sibê bê bicihkirin

Qapaxa Bendava Dicleyê ya ku ji ber barana gur jêbûbû wê sibê bê montekirin

Qapaxa Bendava Dicleyê ya qetiyabû wê sibê bê bicihkirin

Qapaxa Bendava Dicleyê ya ku ji ber barana gur jêbûbû wê sibê bê montekirin.

Li Bendava Dîcleyê li aliyekî ava zêde ya ji ber baranê tije bûbû tê tahliyekirin, li aliyê din jî qapaxa ku dema hatibû vekirin jêbûbû wê sibê bê montekirin.

Bendava Dîcleyê li ser Çemê Dîcleyê ji bo ava vexwarinê, vejenê û avdana zeviyan hatiye çêkirin û ji 1997an pê va jî av lê tê komkirin.

4 roj berê ji ber barana gur di bendavê da av zêde bû. Ji bo ava zêde bê tahliyekirin qapaxên wê hatin vekirin, lê ji wan yek jê ket. Piştî bûyerê 270 milyon mêtrokup ava dihat plankirin ku bê valakirin ji sedî 95 hat valakirin.

Ji bendavê di saniyê da 160 metrokup av tê valakirin.

Ji bo qapaxa ji cihê xwe derketiye jî ji Bendava Ilisuyê qapaxek hat peydakirin. Sibê dema ku hemû av hat valakirin ev qapaxa nû wê bê bicîhkirin.

Li Çemê Dîcleyê rêjeya avê her ku diçe kêm dibe, lê hin eraziyên li der û dora bendavê û hin kargehên nêzîkî Pireya Dehderî ji ber avê zirar dîtin.

Li Bendava Dicleyê ya li Egila navçeya Diyarbekirê di 13ê Çileya Pêşîn da ji ber barana gur av zêde bûbû. Ji bo ava zêde bê tahliyekirin qapaxên wê hatibûn vekirin lê yek ji wan qetiyabû û ava li çem zêde bûbû û ji ser ra avêtibû.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Kanûn 2018, 18:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE